2 şaredarên din derbasî AK Partiyê bûn

11-09-2025
RÛDAW
Nîşan AK Partî CHP Partiya Yenîden Refahê Recep Tayyîp Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Seydîşehîrê yê CHPyî û Şaredarê Emîrgaziyê yê ji Partiya Yenîden Refahê tevlî AK Partiyê bûn.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan rozetên AK Partiyê bi singa wan ve kir û bi vê yekê hejmara şaredarên ku ji adarê ve partiyên xwe guhertine gihişt 58an.

Di civîna Lijneya Rêvebiriya Navendî (MKYK) ya AK Partiyê ku bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan hat kirin, 2 şaredarên din tevlî wê partiyê bûn.

Şaredarê navçeya Seydîşehîrê ya Konyayê Hasan Ustaogluyê ku ji Partiya Gel a Komarî (CHP) hatibû hilbijartin û Şaredarê navçeya Emîrgaziyê ya Konyayê Mesut Mertcanê ku ji Partiya Yenîden Refahê hatibû hilbijartin derbasî AK Partiyê bûn.

Serokkomar Erdogan bi xwe rozetên endamtiyê bi singa her du şaredaran ve kir

AK Partiyê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Şaredarê Seydîşehîrê Hasan Ustaoglu û Şaredarê Emîrgaziyê Mesut Mertcan tevlî AK Partiya me bûn.

Em ji şaredarên xwe re dibêjin 'hûn bi xêr hatin' û em bawer dikin ku em dê ji bo Konyayê bi hev re xizmetên mezintir bikin."

Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31ê Adara 2024an, derbasbûna şaredaran a ji bo AK Partiyê didome.

Bi van her du şaredarên dawî re hejmara giştî ya şaredarên ku partiyên xwe guhertine gihişt 58an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst