Soylu: Ti peywendiya teqîna Stenbolê bi rêxistina terorê re nîne

11-10-2022
RÛDAW
Nîşan Stenbol Kadikoy Teqîn Suleyman Soylu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu derbarê teqîna pêr şev a li navçeya Kadikoy a Stenbolê de ragihand, li gor lêkolînên hatine kirin ti peywendiyekê terorê bi wê teqînê re nîne.

Şeva 9ê Cotemeha 2022ê li taxa Fîkîrtepe ya navçeya Kadikoyê ya Stenbolê di avahiyekê de teqîneke bihêz çêbû û di bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dabûn ku 2 ji wan zarok bûn û kesek jî birîndar bûbû.

Derbarê bûyerê de daxuyaniyên cuda hatibûn dayîn, Parêzgariya Stenbolê ragihandibû ku teqîn ji ber gaza xwezayî bûye, lê belê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu ev yek red kiribû û gotibû, teqîn ne ji ber gaza xwezayî ye û Rêveberiya Asayişa Stenbolê dê paşê daxuyaniyê bide

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê derbarê bûyerê de lêkolîn dabûn destpêkirin, lê sedema wê teqînê nehatibû zelalkirin. Duh 10ê Cotmehê hat ragihandin ku Şaxa Lêkolîna Tawanên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê teqînê de lêkolîn daye destpêkirin.

Di encama van lêkolînan de îro Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu daxuyaniyek da û got: “Li gor encamên hatine bidestxistin ti peywendiyeke teqînê bi rêxistineke terorê re nîne. Di vê avahiyê de tûpê gaza oksîjenê û gaza xwezayî hebûne û her du teqiyane û herwiha di heman malê de toza fîşekên hewayî jî hatiye dîtin.”

Suleyman Soylu diyar kir, heta niha îfadeyên 30 kesan hatine wergirtin û tekez kir, lêkolîn derbarê bûyerê de dê berdewam bin.

Parêzgariya Stebolê heman şevê demek piştî teqînê ragihandibû, teqîn ji ber gaza xwezayî çêbûye, lê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu piştî teqînê ragihandibû ku di wî xaniyê teqîn têde çêbûye, hêla gaza xwezayî nebûye û teqîn ji ber gaza xwezayî nebûye.

Îmamoglu herwiha gotibû, Rêvebiriya Asayişa Stenbolê dê paşê derbarê mijarê de daxuyaniyê bide.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst