DOZA ÎMAMOGLU - Daxwaza girtina CHPyê û destdanîna ser mal û milkên Îmamoglu tê kirin

11-11-2025
Nîşan Ekrem Îmamoglu Partiya Gel a Komarî (CHP)
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîna derbarê "gendeliya li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê" temam kir û îdianameyek amade kir.

Li aliyê din, Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo girtina CHPyê serî li Dadgeha Bilind da.

Di îdianameyê de ku 105 kesên girtî jî di nav de ne, ji bo Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ji 142 kiryarên cuda, ji 828 heta 2 hezar û 352 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.

Îdianameyê bi navê "Rêxistina Sûcê ya Ji Bo Berjewendiyan a Îmamoglu" hatiye kirin û tohmetên wekî "avakirin û birêvebirina rêxistina sûcê", "endamtiya rêxistina sûcê", "alîkarîkirina bi zanabûn a rêxistinê", "wergirtina bertîlê", "dana bertîlê", "sextekariya di îhaleyan de", "sextekarî li dijî saziyên dewletê", "spîkirina pereyên qirêj", "tomarkirina daneyên kesan", "bidestxistin û belavkirina zanariyên kesan" û "qirêjkirina jîngehê" cih digirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî belav kir û got:

"Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Buroya Lêpirsîna Sûcên Organîze ya Serdozgeriya me ve li dijî Rêxistina Sûcê ya Ji Bo Berjewendiyan a Îmamoglu dihat meşandin de, îro îdianameya me ji bo 402 gumanbaran ku 105 ji wan girtî, 170 di bin kontrola dadî de û 7 jî bi biryara girtinê tên lêgerîn û her wiha 5 gilîkarên gumanbar ên ku yek ji wan di bin kontrola dadî de ye, derbarê bi giştî 143 kiryarên cuda de, bi tohmetên 'avakirin û birêvebirina rêxistina sûcê', 'endamtiya rêxistina sûcê', ... ji bo Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê doza giştî hat vekirin.

Ji gumanbarên ku derbarê wan de doza giştî hatiye vekirin, 99 kes endamên rêxistinê ne (yek jê damezrîner û serokê rêxistinê Ekrem Îmamoglu ye, 6 jê birêvebirên rêxistinê ne û 92 jê endamên rêxistinê ne), yên din jî di pozîsyona kesên ku ne endamên rêxistinê ne lê sûcên pêwendîdar kirine de ne.

Di îdianameyê de ji bo damezirîner û serokê rêxistinê, gumanbar Ekrem Îmamoglu, ji ber sûcên ku rasterast kirine wekî 'avakirina rêxistina sûcê', 'wergirtina bertîlê' (12 caran), 'spîkirina pereyên qirêj' (7 caran), 'sextekarî li dijî saziyên dewletê' (7 caran) û ji ber ku ew damezrîner û serokê rêxistinê ye, li gorî madeya 220/5 a Qanûna Cezayê ya Tirk a jimare 5237an, ji ber sûcên ku di çarçoveya çalakiya rêxistinê de ji aliyê endamên rêxistinê ve hatine kirin ... bi giştî ji 142 kiryarên ku di îdianameyê de cih digirin, cezakirin hat xwestin. Derbarê beşek ji gumanbarên ku li ser wan doz hatiye kirin de lêpirsîn berdewam dike."

Her wiha Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, li ser bingeha îdianameya derbarê Îmamoglu de, ji bo girtina Partiya Gel a Komarî (CHP) serî li Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind da û daxwaz kir ku li gorî madeya 69an a Destûrê doza girtinê bê vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst