MHPyê rapora xwe pêşkêş kir: PYD jî di nav şertan de ye

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Rapora MHPyê Fetî Yildiz Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – MHPyê rapora xwe ya 120 rûpelî ya derbarê pêvajoya nû ya çareseriya pirsgirêka Kurdan pêşkêşî Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê kir.

MHPyê rapora xwe ya ku di çarçoveya pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurdan de amade kiriye, radestî Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê kir.

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê yê Berpirsê Kar û Barên Hiqûqê Fetî Yildiz, derbarê raporê bi Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kir û rapor pêşkêş kir.

Fetî Yildiz piştî civînê ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku DEM Partiyê jî rapora xwe pêşkêş kiriye.

Yildiz ragihand ku tê pêşbînîkirin AK Partî îro rapora xwe bide û CHPyê jî heta roja duşemê dem xwestiye.

Şertên MHPyê

Fetî Yildiz li ser naveroka raporê ev agahî dan:

"Rapora me ji 120 rûpelan pêk tê. Bêhtir nirxandinên siyasî hene, di dawiyê de jî gavên hiqûqî hene.

Gavên hiqûqî girêdayî şertan in.

Ew jî bi fesixkirina tam a rêxistinê, radestkirina çekan û tesbîtkirin û îlankirina vê yekê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve girêdayî ye.

Madeya 221emîn a Qanûna Cezayan a Tirkiyeyê diyar e, yên ku tevlî sûcan nebûne eger werin teslîm bibin ceza nastînin lê ev nayê wateya ku qet mixatabî ceza nabin.

Divê wekî beraeta tam neyê fêmkirin, dê di maweya serbestiya bi kontrol de werin berdan."

"PYD jî di nav şertan de ye"

Yildiz destnîşan kir ku dê raporeke hevpar derkeve holê û wiha axivî:

"Ji bo rêziknameyeke qanûnî, divê rêxistin bi hemû saziyên xwe ve -PYD jî di nav de- were fesixkirin û ev yek ji aliyê organên rayedar ên dewletê ve were îlankirin.

Ev MÎT e, TSK ye, yekîneyên ewlehiyê ne. Piştî ku van yekîneyên me eşkere kirin, çêkirina qanûnê hêsan e."

Qanûna Înfazê û Destûr

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê destnîşan kir ku Qanûna Înfazê vegeriyaye "bexçika bipîne" û divê ji nû ve bê nirxandin.

Yildiz herî dawî got, "Bila ev mesele hebe an nebe, divê Qanûna Înfazê ji nû ve were nirxandin.

Ji bilî vê meseleyê, Qanûna Înfazê, Destûr, Qanûna Partiyên Siyasî û Qanûna Hilbijartinê di vê serdemê de divê werin nirxandin û ji nû ve werin nivîsandin."

Piştî temambûna raporan tê plankirin ku civîneke nirxandinê bê lidarxistin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst