Hewlêr (Rûdaw) - Li Parlamentoya Tirkiyeyê skandaleke destdirêjiyê derket holê.
Xebatkarekî bi tohmeta ku destdirêjî li xwendekareke stajyer kiriye hat girtin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek ji Rûdawê re ragihand ku destdirêjî fizîkî bûye.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, gumanbar H.Î.G. bi biryara Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 5an a Enqereyê hat girtin.
Hat diyarkirin ku H.Î.G. berê ji kar hatibû dûrxistin.
Bûyer 4ê Kanûna Pêşîn a 2025an bi serlêdana mexdûr D.K.yê ya ji bo Şaxa Zarokan a Birêvebiriya Ewlehiyê ya Enqereyê derketibû holê.
D.K.yê diyar kiribû, ew dema li xwaringeha parlamentoyê stajyer bûye H.Î.G. destdirêjî li wê kiriye.
"Bûyereke qirêj e"
Parlamenterê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.
Çîftyurek diyar kir ku ev bûyer "qirêjiyeke mezin e" û hemû partiyên siyasî li dijî vê yekê helwest nîşan daye û got:
"Sê çar roj in bûyereke qirêj pêk hat û derkete holê.
Keçek ji bo pîşeya xwe wekî stajyer hatiye Meclisê.
Xebatkarekî Meclisê li aliyê xwaringehê destdirêjî lê kiriye.
Ev derkete holê, gelekî girîng e."
"Destdirêjî fizîkî ye"
Çîftyurek li ser pirsa Hêvîdar Zanayê ya "Gelo destdirêjî bi gotinê bûye yan fizîkî bûye?" ev bersiv da:
"Gotin ew e, dibêjin destdirêjî gihîştiye bedena wê jî.
Heger li Meclisê, li dijî jinekê, li dijî şagirtekê, zarokekê ev destdirêjî hatibe kirin, divê hesabê wê were dayîn."
Komîsyon tê avakirin
Sînan Çîftyurek diyar kir ku parlamenterên hemû partiyan li hev civiyane û wan ev bûyer şermezar kiriye.
Çîftyurek ragihand ku dê di rojên pêş de di navbera hemû partiyan de komîsyonek were avakirin.
Armanca vê komîsyonê ew e ku li ser vê meseleyê lêkolîneke kûr û berfireh bike û raporê radestî parlamentoyê bike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse