DEM Partî û MHP bi rêjeyên ji sedî 7ê dengan di sînorê benda hilbijartinê de ne.
Kompanya Lêkolîn û Rapirsiyan a ORCê encamên rapirsiya xwe ya dawî belav kirin.
Rapirsî di navbera 14 heta 17ê Nîsanê de li 28 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistan bi 3 hezar û 290 kesî re hatiye kirin.
Di rapirsiyê de ji kesên beşdar “Eger vê Yekşemê hilbijartin bê kirin hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hatiye pirsîn.
Ji sedî 30,4ê beşdarên rapirsiyê li beramberî vê pirsê gotiye ku ew dê deng bidin CHPyê û ji sedî 28ê beşdaran jî deng didin partiya desthilatê AK Partiyê.
Di rapirsiyê de bi awayekî balkêş MHP û DEM Partî ku 2 aktorên girîng ên pêvajoya aştiyê ne di sînorê benda ji sedî 7 a hilbijartinê de ne.
Li gorî rapirsiyê rêjeya dengên MHPyê ji sedî 7,6 û rêjeya dengên DEM Partiyê jî ji sedî 7.3 ye.
Di hilbijartinên giştî yên 2023yan de MHPyê ji sedî 10,07 û Partiya Çepên Kesk (YSP) ku niha DEM Partî berdewamiya wê ye ji sedî 8,82ê dengan bi dest xistibûn.
Rêjeya dengên partiyan li gorî rapirsiya ORCyê wiha ye:
CHP: Ji sedî 30,4
AK Partî: Ji sedî 28
MHP: Ji sedî 7,6
DEM Partî: Ji sedî 7,3
ÎYÎ Partî: Ji sedî 5,1
Partiya Zafer: Ji sedî 4,7
Partiya Yenîden Refah: Ji sedî 3,9
Partiya Pêşerojê: Ji sedî 2,8
Partiyên Din: Ji sedî 10,2
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse