Rêxistinên sivîl jî dixwazin tevlî pêvajoyê bibin

12-08-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Kameraman: Esat Aydin
Kameraman: Esat Aydin
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê Komîsyona Pêvajoyê Saziyên Sivîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ya Parlamentoya Tirkiyeyê dê îro civîna xwe ya sêyem li dar dixe.

Rêxistinên civaka medenî yên wekî komeleyên mafên mirovan û sendîkayên karker û karmendan jî dixwazin beşdarî civînan bibin û raporan pêşkêşî komîsyonê bikin.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê girîngiya komîsyonê wiha anî zimên û got, "Çav û guhên hemû Tirkiyeyê li ser vê komîsyonê ye."

Her wiha heta niha ne tenê partiyên siyasî, rêxistinên sivîl jî karên komîsyonê ji nêzîk ve dişopînin.

Di civîna duyem a komîsyonê de Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û Serokê Dezgeha Îstîxbarata MÎTê Îbrahîm Kalin hazir bûn.

Saziyên sivîl: Guh bidin me jî

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), sendîka, komeleyên jinan û gelek rêxistinên din dixwazin nêrînên xwe rasterast ji komîsyonê re bêjin.

Nûnerê ÎHDyê Tahir Sacakli ji Rûdawê re got,“Ne bes e ku em tenê bişopînin. Pêwîst e saziyên sivîl ên ku li ser mijarê dixebitin, karibin fikr û ramanên xwe ji komîsyonê re bêjin û raporên xwe bidin wan.

Wekî Komeleya Mafên Mirovan, ev 37 sal in em her sal li ser vê mijarê raporan amade dikin.

Em dizanin pirsgirêk çi ye, em bi xwe şahidê pirsgirêkê ne.”

Weqfa Hecî Bektaş Welî jî ku yek ji saziyên girîng ên Elewiyan e, amadekariyên xwe dike.

Serokê Weqfa Hecî Bektaş Welî Ercan Geçmez diyar kir ku ew jî dixwazin raporên xwe pêşkêşî komîsyonê bikin û wiha got:

“Em niha xebatekê dimeşînin û em dê di demeke nêzîk de komxebatekê li dar bixin.

Em dê encamên wê wekî rapor radestî parlamentoyê û komîsyonê bikin.

Eger bixwazin, em dikarin li komîsyonê nêrînên xwe bêjin. Di pêvajoya çareseriyê ya yekem de jî me raporek pêşkêşî komîsyona wê demê kiribû.”

Li gorî plana kar, tê payîn ku komîsyon guh bide beşek ji saziyên siyasî û sivîl. Her wiha tê îdiakirin ku dibe ku komîsyon bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re jî hevdîtinekê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst