Erdogan: Sedama aloziyan hişmendiya Rûm û Yûnanê ye

13-08-2020
RÛDAW
Nîşan Tirkiye Recep Tayyip Erdogan Yunan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan tekîldarî pêşhateyên li rojhilatê Behra Spî ragihand ku aliyê ku li Behra Spî dibe aloziyan  ne Tirkiye yeê lê hişmendiya Rûm û Yûnanê ye.

Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan îro Pêncşemê 13ê Tebaxa 2020an di civîna serokên bajaran a partiya xwe de axivî.

Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku li rojhilatê Behra Sipî rêya çareseriyê diyalog û muzakere ye û got: “Eeger bi aqlê selîm û hesas tevbigerin dê rêyeke ku mafê her kesê biparêze û her kes qezenc bike were peydakirin. Çavên me di mafê ti kesî de nîne, lê em mafê xwe jî bi te dewletekê nadin xwarin.”

Erdogan dibêje: “Yên ku li Behra Sipî dibin sedema aloziyan ne Tirkiye ye, hişmendiya Rûm û Yûnanê ye ku dixwazin Tirkiye û Komara Tirkan a Qubrîsa Bakur tine bihesibînin. Aliyên êrîşê birayên min dikin divê vê bizanibin ku ew dê bi hiqûqa navneteweyî jî bi rêyên din jî hesabê wê bidin.”

Bi gotina Erdogan niyeta Yûnanê li  Derya Egeyê û Behra Spî xirabî ye û ew dibêje: “Ez hişyariyê didim Yekîtiya Ewropayê jî. Wek welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê ev welat li gor hiqûqa Yekîtiya Ewropayê derbarê parastina hiqûqa kêmnetewan de berpirsyariya xwe bi cih tîne an na? Divê Yekîtiya Ewropayê hesabê vê ji rêvebiriya Yûnanê bipirse. Em cardin bangî Yûnanê dikin û dixwazin ku li gor heq û hiqûqa Tirkiyê tevbigere.”

Serokomarê Tirkiyê da zanîn ku keştiya Oruç Reîs dê heta 23ê Tebaxê çalakiyan xwe di nav Behra Spî de berdewam bike.

Milmilane û nakokiyên navbera Yunan û Tirkiyê li Deryaya Spî zêde dibin, ev jî piştî ku Tirkiyê roja Duşemê 10ê Tebaxa 2020ê ragihand ku di çarçoveya hewldanên derxistina petrol û gaza xwezayî de li Deryaya Spî keştiya Oruç Reîs û du keştiyên din ên hevkar şandine bakurê Deryaya Spî û heta 23ê Tebaxê li ser karê xwe berdewam dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst