Ji bo komîsyonê malpereke taybet a înternetê hat vekirin

13-08-2025
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Parlamentoyê Tirkiye Pêvajo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin, malperek taybet a înternetê hat amadekirin.

Malper bi armanca zelalkirina xebatên komîsyonê hatiye danîn û agahiyên berfireh ên li ser endamên komîsyonê, rêgez û prensîbên xebatê û zabitnameyên civînan têde hatine weşandin.

Komîsyonê zabitnameyên civînên xwe yên di 5, 8 û 12ê Tebaxê de li dar xistine jî li ser malperê weşandine.

Lê belê, ji ber biryara nihêniyê, belgeyên civîna ku Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Wezîrê Karên Navxwe Alî Yerlîkaya beşdar bûbûn nehatine belavkirin.

Li malperê de, naverok bi sernavên "Derbarê Me", "Endamên Komîsyonê", "Usûl û Esasên Xebatê", "Rojeva Civînan", "Zabitnameyên Civînan", "Nûçeyên ji Komîsyonê" û "Daxuyaniyên Komîsyonê" de cih digrin.

Di beşa "Derbarê Me" ya malper de ku ji ser tbmm.gov.tr tê vekirin, sedema avakirina komîsyonê tê eşkerekirin.

Li gorî esasên xebatê yên komîsyonê, di hemû civînan de zabitnameyên temam tên girtin.

Lê, komîsyon dikare biryarê bide ku zabitnameyên civînan ji raya giştî re neyên eşkere kirin.

Zabitnameyên civînên ku biryara girtîbûna wan hatiye dayîn, veşartî tên girtin.

Malper cih dide parvekirin û daxuyaniyên medyaya civakî yên Parlamentoya Tirkiyeyê ku girêdayî komîsyonê ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst