Xebatên Komîsyonê didomin: ‘Li Helebê ceribandineke nû hat kirin’

2 demjimêr berê
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Komîsyonê ji bo nivîsîna raporê civîna xwe encam da / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Komîsyonê ji bo nivîsîna raporê civîna xwe encam da / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Komîsyon Heleb Pêvajoya Çareseriyê Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê tevî hemû aloziyên li Sûriyeyê û êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê karên "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" berdewam dikin.

Şandeya nivîsîna rapora hevbeş a Komîsyonê ji bo nivîsîna raporê civîna xwe encam da.

Li navendên partiyên siyasî jî tevî hemû rewşa aloz peyamên aştiyê tên dayîn û aliyên siyasî naxwazin ji ber rewşa Sûriye û Rojavayê Kurdistanê pêvajo têk biçe.

Li Parlamentoya Tirkiyeyê şandeya nivîsîna raporê ya Komîsyonê di bin siya şer û aloziyên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê de ji bo nivîsîna rapora xwe ya hevbeş civiya.

Parlementerekî Kurd ê li Parlamentoya Tirkiyeyê got, “Her çi qasî gotin û helwesta rayedarên hikûmetê dilê Kurdan şikandibe jî pêwîst e pêvajoya aştiyê berdewam bike.”

“Pêwîst e Tirkiye bibe navbeynkar”

Parlementerê Partiya Paşerojê Mustafa Bîlîcî li ser mijarê got:

"Bi taybetî em daxuyaniyên Wezîrê Parastinê rast û durist nabînin.

Lê piştî daxuyaniyên wî Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk gelekî hewl da ku gotinên wî sererast bike.

Gelekî zû ye ku em hukmekî li ser rewşê bidin lê çawa dibe bila bibe pêwîst e ku Tirkiye demildest bibe navbeynkar û berpirsyariya xwe bi cih bîne."

Piraniya partî û aliyên siyasî yên Tirkiyeyê berovajî rewşa aloz a li qadê peyamên aştiyê didin.

Hem mixalefet û hem jî aliyên siyasî yên nêzîkî desthilatê naxwazin pêvajoya aştiyê zererê ji rewşa Sûriyeyê bibîne.

“Divê pêvajo di demeke kurt de bigihêje encamê”

Serokê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu jî hişyarî da û got:

"Pêwîst e pêvajo di demeke kurt de bigihêje encamê, eger pêvajo dirêj bibe pêşhatên li Sûriye û Îraqê dê zererê bidin rihê pêvajoyê.

Loma pêwîst e komîsyon karê xwe herî dawî heta 1ê Çiriya Pêşîn temam bike û piştî wê, pêwîst e çarçoveya yasayî bê amadekirin û hemû ev pirsgirêk werin çareserkirin."

Serokê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu jî wiha axivî:

"Bê guman rewşa Sûriyeyê dikare bandorê li pêşhatên li vir bike.

Pêşhat û bipêşketinên li vir jî dikarin bi awayekî erênî bandorê li rewşa Sûriyeyê bikin.

Bûyer dualî bandorê li hev dikin.

Hêvî û daxwaza me ew e ku hemû ev pirsgirêkên tevlîhev bûne bi gavên lezgîn û îradeyeke baş bên çareserkirin."

Di komcivîna partiyên siyasî yên vê hefteyê de jî mijara sereke şerê li Helebê bû.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got:

"Li Helebê ceribandineke nû ya Helebceyê hat kirin."

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî îdia kir ku di êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê de "kesî xwîna Kurdan nerijandiye."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst