Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê civiya: Civîna din kengî ye?

12-08-2025
RÛDAW
Nîşan Komîsyon Civîn Pêvajoya Çareseriyê Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyeyê piştî civîna sêyemîn a Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê ragihand ku di civîna bê de dê Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî li gel “malbatên şehîd û gaziyan” vexwînin da ku guh li daxwazên wan bigirin.

Hat diyarkirin ku civîna çaremîn dê 19ê Tebaxê were lidarxistin.

Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê îro bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş civîna xwe ya sêyemîn li dar xist.

Civîn 7 saetan ajot û tê de endamên nû yên ji AK Partî, CHP û DEM Partiyê yên ku li şûna endamên ÎYÎ Partiyê hatibûn destnîşankirin, cih girt.

Li gorî daxuyaniya Parlamentoya Tirkiyeyê di civînê de 38 parlamenterên endam axivîne û nêrînên xwe yên derbarê pêvajoya çareseriyê, bihêzkirina yekîtiya neteweyî, azadî, demokrasî û dadê aniye ziman.

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku di xebatên bê de, ji bo nirxandinên berfireh ên li ser aliyên civakî, yasayî û aborî yên mijarê, dê rûspî, nûnerên rêxistinên pîşeyî, saziyên civaka sivîl û akademîsyen jî ji bo komîsyonê werin vexwendin.

Wekî gava yekem a vê gavê hat diyarkirin ku ji bo civîna bê Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş li gel “malbatên şehîdan û gaziyan” hatiye vexwendin.

Civîna çaremîn kengî ye?

Parlamentoya Tirkiyeyê her wiha ragihand ku dê Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê civîna xwe ya çaremîn 19ê Tebaxê demjimêr 14:00an li Salona Merasîman a Parlamentoyê li dar bixe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin