Serokê Şaredariya Şileyê Ozgur Kabadayi hat girtin

14-07-2025
Nîşan CHP Şîle Serokê Şaredariyê Girtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Şaredariya Navçeya Şileyê ya Stenbolê Ozgur Kabadayi û 4 birêvebirên şaredariyê hatin girtin.

Serokê Şaredariya Şileyê ya Stenbolê Ozgur Kabadayi û 4 birêvebirên din ên şaredariyê Oguz Kaçmaz, Tuncay Tolga Ozçakmak, Alî Şafak û Evren Buçhanê hatin girtin.

Ew 10 Tîrmehê bi tohmeta “avakirina rêxistinê bi armanca tawanan”, “bertîl”, “xirabîkirin” û “gendeliya di îhaleyan” de hatibûn desteserkirin.

10ê Tîrmeha 2025an ji aliyê Buroya Lêpirsîna Teror û Tawanên Organîzekirî ya Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê ya Stenbolê bi tohmeta “Avakirina rêxistinê bi armanca tawanan”, “bertîl”, “xirabîkirin” û “gendeliya di îhaleyan” de li ser Şaredariya Navçeya Şileyê ya Stenbolê operasyonek hatibû kirin.

Di vê operasyonê de Serokê Şaredariya Şileyê Ozgur Kabadayi û 5 kesên din hatibûn desteserkirin.

Ew piştî wergirtina îfadeyan a li dozgeriyê bi xwesteka girtinê şandin Dadgeha Sulh û Ceza.

Li wê derê bi biryara dadwer, Serokê Şaredariya Şileyê Ozgur Kabadayi û 4 birêvebirên din ên şaredariyê Oguz Kaçmaz, Tuncay Tolga Ozçakmak, Alî Şafak û Evren Buçhan hatin girtin.

Her du kesên din jî bi mercê kontrola edlî hatin berdan.

Piştî hilbijartinên cihî yên 31ê Adara 2024an ku CHP wekî partiya yekem derket.

Heta niha li ser 17 şaredariyên CHPyê bi tohmeta “gendelî û wergirtina bertîlê” operasyon hatine kirin.

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî di nav de heta niha 17 şaredarên CHPyê hatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Wêneyekî temsîlî /  Arşîv

Naveroka Paketa Darazê ya 11an çi ye?

Tê pêşbînîkirin ku 55 hezar girtî bên berdan û bi hezaran girtî jî ji girtîgehên girtî derbasî girtîgehên nîvvekirî bibin