Dema hevdîtina Heyeta Îmraliyê û Wezîrê Dadê diyar bû

14-07-2025
RÛDAW
Nîşan Heyeta Îmraliyê Yilmaz Tunç Hevdîtin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê roja çarşemê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re bicive.

DEM Partiyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Heyeta Îmraliyê dê roja çarşemê saet 11:00an li wezaretê bi Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç re bicive.

Li gorî agahiyan, di hevdîtinê de dê rewşa girtî û hikumxwarên nexweş û gavên yasayî yên ku divê bên avêtin, bên gotûbêjkirin.

Hevdîtina ku biryar hatibû dayîn roja sêşema hefteya borî bi Yilmaz Tunç re pêk were, nehatibû kirin.

Tê payîn ku piştî hevdîtinên bi Serokên Giştî yên MHP û CHPyê re yên vê hefteyê, Heyeta Îmraliyê ji bo hevdîtina Abdullah Ocalan careke din biçe Girava Îmraliyê.

Endamên heyetê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol dê di nava hefteyê de biçin serdana CHP, MHP û Partiya Gelecekê.

Heyeta Îmraliyê 7ê Tîrmehê bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re civiyabû.

11ê Tîrmehê jî komeke gerîlayên PKKyê çekên xwe şewitandibûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst