Hewlêr (Rûdaw) - Parêzer Rezan Epozdemîr bi tohmeta "navbeynkariya bertîlê" hat girtin. Epozdemîr, di çarçoveya du lêpirsînên cuda yên Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê de hatibû desteserkirin.
Beriya bi 4 rojan derbarê Epozdemîr de ji ber tohmetên "bertîl", "alîkariya rêxistina terorê ya FETOyê" û "sîxuriya siyasî û leşkerî" du lêpirsînên cuda hatibûn vekirin.
Daxwaza dozgeriyê û biryara dadgehê
Dozgeriyê xwest ku Epozdemîr bi tohmetên "navbeynkariya bertîlê" û "wergirtina bertîlê" bê girtin.
Her wiha ji bo tohmetên "sîxuriya siyasî û leşkerî" û "alîkariya FETOyê", dozgeriyê daxwaza qedexeya derketina derveyî welêt kir.
Dadgeha nobedar biryar da ku Epozdemîr ji ber sûcê "navbeynkariya bertîlê" bê girtin. Lê dadgehê daxwaza qedexeya derketina derveyî welêt red kir.
Çi bûbû?
Di lêpirsînekê de, şahidekî bi navê A.D. îdia kiribû ku Epozdemîr 3 caran bertîl wergirtiye.
Li gorî îdiaya şahid, di bûyereke sala 2021an de, Epozdemîr û kesekî bi navê C.Ç. ji bo serbestberdana kesekî, li ser 150 hezar dolar bertîlê li hev kiriye.
Hatibû îdiakirin ku 75 hezar dolar beriya berdanê û 75 hezar dolar jî piştî berdanê hatiye dayîn.
Şahid îdia kiribû ku C.Ç. di 7ê Tîrmeha 2021an de, 75 hezar dolar ji vê pereyê bi destê xwe biriye ji Epozdemîr re.
Hat diyarkirin ku qeydên "WhatsAppê" jî vê îdiayê piştrast dikin.
Rezan Epozdemîr kurê serokê berê yê HAK-PARê Latîf Epozdemîr e.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse