Hewlêr (Rûdaw) - Şirketa Lêkolînê ya PIARê encamên rapirsiya xwe ya nû eşkere kirin.
Li gorî rapirsiyê, CHP bi rêjeya ji sedî 35,1 partiya yekem û AK Partî jî bi rêjeya ji sedî 31,7 partiya duyem e.
Şirketa Lêkolînê ya PIARê encamên rapirsiya ku meha Sibata 2026an li gelek bajarên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi 2 hezar û 260 kesan re kiribû eşkere kirin.
Li gorî encamên rapirsiyê, CHP yekem, AK Partî duyem, MHP sêyem û DEM Partî jî di rêza çarem de ye.
Di rapirsiyê de ji beşdaran pirsa “Eger vê yekşemê hilbijartina giştî were kirin, hûn dê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” hat kirin.
Li gorî bersivan rêjeya dengê partiyan bi vî rengî ye:
CHP: Ji sedî 35,1
AK Partî: Ji sedî 31,7
MHP: Ji sedî 9
DEM Partî: Ji sedî 8,8
ÎYÎ Partî: Ji sedî 5,6
Partiya Zaferê: Ji sedî 4
Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 2,7
Yên din: Ji sedî 2,9
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse