Li Balikesîrê erdhej çêbû

15-08-2025
RÛDAW
Nîşan Erdhej Balikesîr Sindirgi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sindirgiyê ya parêzgeha Balikesîrê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Sindirgiyê ya Balikesîrê erdhejekê rû da.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 13:13an çêbûye û hêza wê 4,3 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometre bûye.

Heta niha li ser hebûn an nebûna zererên erdhejê tiştek nehatiye gotin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst