Serokê Parlamentoyê û Berdevkê AK Partiyê ji bo Onder çûn nexweşxaneyê

16-04-2025
RÛDAW
Nîşan Numan Kurtulmuş Omer Çelîk Sirri Sureyya Onder Nexweşxane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Omer Çelîk çûn nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder li tedawî dibe û derbarê rewşa tendirustiya wî agahî wergirtin.

Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Şanda Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder piştî ku krîza dil lê da li nexweşxaneyeke taybet a li bajarê Stenbolê hat emeliyatkirin û di bin çavdêriya hûr de ye.

Ji hunermedan heta siyasetmedaran gelek kes ji bo piştgiriyê diçin nexweşxaneyê. 

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Alîkarê Serokê Giştî û Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî ji bo piştgiriyê çûn nexweşxaneyê.

Kurtulmuş û Çelîk, li gel Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan û  bijîşkên Onder hevdîtin kirin û derbarê rewşa wî de agahî wergirtin.

"Her tişt di kontrolê de ye"

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş piştî serdanê daxuyaniyek da çapmeniyê  û diyar kir ku xwesteka wan a herî mezin ew e ku Onder bigihe silametiya xwe û got:

"Birayê me yê Sirri Sureyya mirovekî gelekî baş e û kesek e ku dikare peywendiyeke baş li gel hemû mirovan ava bike.

Siyasetmedarekî baş e û mirovekî rehet e. Mirovek e ku ji welat û miletê xwe hez dike.

Ev taybetmendiyên wî yên mirovî di vê qonaxa wî ya nexweşiyê de di demeke kurt de careke din ji aliyê mirovan ve hatin dîtin.

Em hêvî dikin ku di demekî herî kûrt de careke din vegere nav me. Weke min got em dua dikin. Xuyaye ku dê rewşeke bendamayînê hebe.

Dixwazim bibêjim ku her tişt di mercên herî baş de û di kontrol de ye. Hêvîdar im Xwedê bi awayê herî baş şîfayê jê re bişîne."

"Serokomar pêvajoyê ji nêzîk ve dişopîne"

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk jî  diyar kir ku wan li gel malbata Onder hevdîtin kiriye û hêviya silametî û başbûnê ji Onder re xwestiye.

Çelîk got, "Tiştê ku dikeve ser milê me duakirin e. Înşallah em ê di demek zû de birêz Sirri dîsa bi rewşa xwe ya herî bi tendurist û bi rûkeniya wî di nav xwe de bibînin.

Taybetmendiyeke wî ya ku tê zanîn jî  ew e ku di demên herî zehmet de jî hêviya xwe û îradeya xwe diparêze.

Em li ser navê partiya xwe û hemû hevalên xwe hêviyên xwe yên başbûnê jê re dişînin. Birêz Serokomarê me jî pêvajoyê ji nêzîk ve dişopîne."

Rola Onder û pêvajo

Omer Çelîk di  bersiva da pirsa peyamnêrê Stenbolê yê Rûdawê Rawîn Stêrk a derberê pêvajoyê de bal kişand ser rola Sirri Sureyya Onder û got:

"Di pêvajoya Tirkiyeya bê teror de tişta girîng îrade ye. Îradeya ku Serokkomarê me yê birêz nîşan daye, banga dîrokî ya ku birêz Bahçelî kiriye, nêzîkatiyên erênî yên ku hemû aliyên ku pêvajoyê bi rê ved ibin nîşan dane, serdanên ku DEM Partiyê kirine û di encama hevdîtinên ku me kirine de, nexşerêya pêvajoyê diyar e.

Lewra sûdên birêz Sirri yên derbarê vê yekê de bêguman pir mezin in. Di serdemên borî de jî sûd gihandibû pêvajoyê

Herwiha bi karakterê xwe yê wek pirekê di navbera hemû aliyan de cihekî wî yê gelek bi qîmet heye.

Lê ez piştrast im ku di vê kêliyê de li ser textê xwe yê nexweşiyê jî daxwaza wî ya herî mezin ew e ku ev pêvajo bêyî pirsgirêk ber bi armancên xwe ve bi pêş ve biçe.

Ji ber wê yekê hem ji bo silametiya miletê me û hem jî em dizanin ev yek daxwaza birayê me Sirri ev e, em dê hewl bidin ku pêvajoyê bi heman îrade û baldarî bigihînin armanca wê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst