Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPyê Ozgur Ozel li nexweşxaneyê Sirri Sureyya Onder ziyaret kir û got, "Dilekî ku her tim aştî parastiye niha di hindir de ye û dilê her kesê ku li Tirkiyeyê ye jî li gel wî lê dide.”
Serokê CHPyê Ozgur Ozel li nexweşxaneyê çû Sirri Sureyya Onder ku piştî emeliyata dil li nexweşxaneyeke Stenbolê di çavdêriya hûr bijîşkan de ye û metirsî li ser jiyana wî heye.
Ozel ragihand ku wî li nexweşxaneyê derbarê rewşa tenduristiyê ya Onder de agahî wergirtine û got:
"Me doh êvarê bi hev re xebera nexweş wergirt. Ji wê kêliyê ve em li gel birêz Hevserokan, Pervîn xanim û her kesê ku li vê derê di diyalogê de bûn.
Ez jî îro li gel serokê xwe yê Bajêrê Stenbolê û parlamenterên me hatim vê derê. me daxwazên xwe yên silametiyê û hestên xwe yên hevgirtinê gihandin û me careke din jî derbarê rewşa wî ya tenduristiyê de agahî wergirtin.”
Ozgur Ozel da zanîn ku bizîşkan derbarê rewşa tenduristiyê ya Sirri Suriye Onder jê re behsa hinek bipêşketinan kirine ku dikarin wekî mucîze bên dîtin û got:
"Behsa rewşeke ku gelek neyînî li ser hev kom bûne kirin lê tevî van jî behsa bipêşnekê kir ku mirov dikare wekî mucîze bibîne.
Em hêvî dikin ku ev bipêşketina ew qasî mucîzewî vala neçûye û dê dawiya wê gelekî baş bibe."
Serokê CHPyê di berdewamiya axaftina xwe de got ku dilê Sirri Sureyya Onder her tim ji bo aştî, qencî û başiyê lê dida û niha dilê her kesê li Tirkiyeyê jî li gel dilê wî lê dide û got:
"Em dua dikin ku ew dilê wî yê xweşik berdewam lê bide, berdewam gotinên xwe yên xweşik bêje û me hemûyan bikenîne.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û endamê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, doh bi şev ji ber krîza dil li Stenbolê rakirin Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê û li nexweşxaneyê hat emeliyatkirin.
Damara serekî ya aortê ya Onder ji serî heta binî qetiya bû û emeliyata wî 12 demjimêran berdewam kir. Niha jî rewşa Onder xerab e û metirsî li ser jiyana wî heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse