Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) civînên xwe yên bi rêxistinên xwe re yên bi dirûşma “Yekîtiya Sed Salî, Biratiya Bêdawî” li Stenbolê domand.
Civîn di çarçoveya “pêvajoya aştiyê” ya ku Tifaqa Cumhur wekî “Tirkiyeya Bêteror” bi nav dike de tên lidarxistin.
Rêxistinên MHPyê yên Stenbol, Çanakkale, Duzce, Edîrne, Kirklareliyê, Kocaeliyê, Sakaryayê, Tekirdagê û Zonguldakê jî beşdarî bernameyê bûn.
Di civînê de nêrîna partiyê ya li ser destûrê û peyamên wê yên li ser pêvajoya çareseriyê derketin pêş.
Xetên sor ên MHPyê yên ji bo guhertina destûrê çi ne?
Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê yê ji Karên Hiqûq û Hilbijartinê Berpirsyar Fetî Yildiz di axaftina xwe de bal kişand ser 4 xalên ewil û xalên 42 û 66an ên Destûra Komara Tirkiyeyê.
Yildiz da zanîn ku ev xal ji bo partiya wan nayên guhertin û wiha got:
"Bila kes ji me hêvî neke ku em ê 4 xalên ewil ên destûrê, xala 42yan û pênaseya milet û welatîbûnê ya di xala 66an de biguherînin.
Ev xetên me yên sor in. Bawer bin ku ev xal li ser ti zemînê nabin mijara nîqaşê."
‘Em nêzîk in ku di demeke kurt de bigihîjin vê armancê’
Yildiz her wiha bi bir xist ku Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an banga ‘Tirkiyeya Bêteror’ kiribû û got:
“Ji banga dîrokî ya Lîderê me Birêz Devlet Bahçelî ya di 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an de heta îro, di rêya Tirkiyeya bêteror de qonaxeke gelekî girîng li pey me ma.”
Yildiz got, “Ji bo tunekirina gefên ku pêşhatên li Rojhilata Navîn ji bo Tirkiyeyê çêdikin, diviyabû ewil PKK bihata rakirin û çek bihata danîn” û wiha pê de çû:
“Em nêzîk in ku di demeke kurt de bigihîjin vê armancê. Rêxistina terorê xwe belav kiriye, fesix kiriye û çek jî hêdî hêdî tên radestkirin.”
‘Ev pêvajo ne versiyona 2013-2015an e’
Yildiz diyar kir ku armanca wan avakirina paşerojekê ye ku tê de hêsirên dayikan neherikin.
Yildiz got, “Niha li hemberî leşker, polîs, cerdevan, mamoste û mirovên me yên bêguneh ên ku ji ber terorê berdêlên mezin dane, çi berpirsyariya me be ew tê kirin.”
Yildiz da zanîn ku ew pêvajoya ‘Tirkiyeya Bêteror’ li Rojhilata Navîn a ku servîsên îstixbaratê lê cîrit davêjin û her cure entrîka lê dizivire, bêyî ku alîkariyê ji kesî wergirin dimeşînin û ev tişt anîn zimên:
"Ev pêvajo, ne versiyona 2024-2025an a pêvajoya çareseriyê ya ku di navbera salên 2013-2015an de hatibû destpêkirin e.
Dema ku gavên ku civakê bi temamî hembêz dikin, qada maf û azadiyên bingehîn berfireh dikin û aîdiyeta welatiyan a li hemberî welêt û baweriya wan a bi dewletê xurt dikin tên avêtin, divê em jî zimanekî nû ava bikin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse