Hewlêr (Rûdaw) – Şêwirmenda Almanyayê Angele Merke ragihand ku di mijara “koçberiya bêdestûr” de alîkariya ku Yekîtiya Ewropayê bide Tirkiyeyê wdê bidome.
Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî hevdîtina li Qesra Huberê di civîna çapemeniyê ya hevbeş de axivîn.
Der barê koçberiya bêdestûr de Merkel: “Minn destnîşan kir ku di vê mijarê de alîkariya ku wê Yekîtiya Ewropayê bide Tirkiyeyê dê bidome.”
Merkel diyar kir dixwazin rê li ber qaçaxcîtiya însanan bigirin û got ku divê Yekîtiya Ewropayê di vê mijarê da piştevaniya Tirkiyê bike..
Merkel herwiha destnîşan kir di navbera Tirkiye û Almanyayê da her gav berjewendiyên wan ên hevbeş hebûne û got ku dê hikûmeta federal a bê jî wiha li mijarê binihêre.
Erdogan: Dijberiya Îslamê li Ewropayê pirsgirêka sereke ye
Serokomarê Tirkiyê Erdogan di axaftina xwe da got “Ez hêvî dikim ku xebatên serkeftî yên ku me birêz Merkelê re meşandin di dema hikûmeta nû de jî bi heman awayî berdewam bikin. Eger hikûmetên hevpeymanî nebûna, dê pêwendiyên Almanya û Tirkiyê bigihîştana asteke hêj cudatir. Hikûmetên hevpeymanî her gav xebatan zehmet dikin."
Erdogan destnîşan kir bi Merkelê ra di hevdîtina îro de pêwendiyên xwe yên dualî hemû meseleyên di rojeva xwe de bi berfirehî gotûbêj kirine û got ku ew bawer dikim ku birêz şansolyeyê ji niha û pê de jî dê feydeyeke mezin bide dostaniya Tirk-Almanan.
Serokomarê Tirkiyê diyar kir civaka Tirkan a li Almanyayê hêla civakî ya pêwendiyên wan destnîşan dikin û dewlemendiya wan ya hevbeş e û wiha got: “Mixabin nijadperestî û dijberiya Îslam û biyaniyan li Ewropayê hêj pirsgirêka sereke ya civaka Tirkên li Ewropayê ye."
Erdogan destnîşan kir bi Almanya re dixwazin qebareya bazigrganiya xwe derxin 50 milyar dolarî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse