Li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi bernameyeke rengîn hat pîrozkirin

17-05-2025
Omer Sonmez
Komeleya KAYY-DERê 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Komeleya KAYY-DERê 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir / Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Cejna Zimanê Kurdî Stenbol Komeleya KAYY-DERê
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Komeleya KAYY-DERê li Stenbolê Cejna Zimanê Kurdî bi bernameyeke rengîn pîroz kir.

Di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dê li Stenbolê heta dawiya meha gulanê bername û çalakiyên curbicur bêne lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de, Komeleya KAYY-DERê, wekî her sal îsal jî ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bernameyeke berfireh li dar xist.

Di bernameyê de Koroya Jinan û Koroya Zarokan bi klam û stranan dilê beşdaran xweş kir.

Di bernameya pîrozkirina 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de daxwaza sereke perwerde û statuya zimanê Kurdî bû.

“Gelê Kurd gelek bedêl li ser zimanê xwe dan”

Endama Koma Jinên KAYY-DERê Nesrîn Ariyê got:

“Îro Cejna Zimanê Kurdî ye. Em dixwazin cejnekî ji dil pîroz bikin. Gelê Kurd gelek berdêl dan li ser zimanê xwe. Li ser zimanê Kurdî hîn jî girtî û şehîdên me hene.”

Komeleya Navçe û Gundewarên Çewligê (KAYY-DER), wekî her sal îsal jî ji bo 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî bernameyeke berfireh li dar xist.

Bername bi eleqeyeke zêde li navçeya Sancaktepeyê li Navenda Çandê ya Genco Erkalê hat lidarxistin.

 Daxwaza sereke perwerde û statuya zimanê Kurdî bû.

Hevserokê Komeleya KAYY-DERê Tuncay Gokçe got, “Komeleya me Îro Cejna Zimanê Kurdî pîroz dike.

Ez cejna zimanê gelê me pîroz dikim.”

Mamosteyê zimanê Kurdî Sîpan Haco jî got, “Di rojên wiha de balkişandina ser rewşa ziman gelek girîng e.

Her ku rewşa siyasî bi pêş dikeve, yanê bi giştî rewşa Kurdan bi pêş ve diçe rewşa ziman jî têkildarê vê yekê xwe bi pêş dixe.”

Koma Bi Hev Ra Reqs performanseke cuda ya dansê pêşkêş kir.

Her wiha ji xeynî Koma Jinên KAYY-DERê, Sîdeng Erbane û Koroya Zarokan jî bi stranên Kurdî dilê beşdaran xweş kir.

Endama Koroya Zarokan a KAYY-DERê Dildayê got, “Cejna zimanê Kurdî pîroz be.”

Dengbêj Xalê Rustem jî got, “Ez li KAYY DERê dengbêjiyê dikim. Ez xelkê Depê yanê Qereqoçana Elezîzê me. Cejna gelê me pîroz dikim.”

Komeleya Lêkolînên Kurdî ku berdewamiya Enstituya Kurdî ya Stenbolê ye ev 33 sal in ku li Stenbolê ji bo fêrbûn, lêkolîn, bipêşxistin û parastina çand û zimanê Kurdî bûye navendeke girîng.

Komeleya Lêkolînên Kurdî ku bi 3 zaravayên Kurdî  bi Kurmancî, Kirmanckî/Zazakî û Soranî kursên ziman dide dê 25ê Gulanê bi beşdariya gel mihrîcana zimanê Kurdî çêke.

“Daxwaza sereke ya Kurdan ziman e”

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Kurdî Remziye Alparslanê jî got:

“Hêviya Kurdan ji pêvajoyê ew e ku bigihîjin xwedî mafên xwe. Daxwaza sereke jî mafên ziman e. perwerdeyî û statuya Kurdî ye.

Em jî xebat û amadehiyên xwe di vê çarçoveyê de dikin.”

“Eleqeya ji bo kursên Kurdî zêde bûye”

Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Heno Ronak jî got, “Eleqeya bo kursên me zêde ye.

Salane derdora 1500-2000 kes ji kursên me yên Kurmancî, Soranî û Zazakî mezûn dibin.

Em hêvîdar in bi pêvajoyê re eleqe zêdetir bibe.”

Di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de dê li Stenbolê heta dawiya meha Gulanê bername û çalakiyên curbicur bêne lidarxistin.

Komeleya Lêkolînên Kurdî, DEM Partî, Komeleya HEZKURDê, Platforma Komeleyên bajarên bakur DGD KONê û Koma Sunya Eventê dê li çend navçeyên Stenbolê bernameyên li ser zimanê Kurdî li dar bixin.

DEM Partî dê di navbera 17-18ê mehê de li navçeyên Uskudar û Sancaktepeya Stenbolê, Koma Sunya Event jî di navbera 16-17-18ê mehê de li Kadikoyê çalakiyên gotûbêj, konser, panel û forumên li ser zimanê Kurdî organîze bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst