Enqere (Rûdaw) - Kabîneya Tirkiyeyê îro bi serokatiya Recep Tayyîp Erdogan dicive.
Erdogan cara ewil e ku bi awayekî neasayî kabîneyê roja pêncşemê kom dike û îdia hene ku di kabineyê de guherîn bên kirin.
Kabîneya Serokkomariya Tirkiyeyê bi serokatiya Erdogan dê îro saet 15:30î bicive.
Rojeva sereke ya Civîna Kabîneyê, komîsyona ku piştî biryara çekdanîna PKKyê li Parlamentoyê bê avakirin, şewatên daristanan û êrişên Îsraîlê yên li Sûriyeyê ne.
Gelo guherîna Kabîneyê di rojevê de ye?
Civînên kabîneyê her tim roja duşemê dihatin lidarxistin lê komkirina kabineyê ya roja pêncşemê gotegotên guherîna kabîneyê zêde kirin.
Rojnameger Osman Diyadînê ku bi kulîsên xwe yên ji AK Partiyê tê naskirin, îdiayên balkêş parve kirin.
Osman Diyadîn li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku dê di Kabîneyê de "guherînên mezin" çêbibin.
Li gorî Osman Diyadîn, ev guherîn dê îşev yan jî şeva înê bên eşkerekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse