Rojeva ewil û navê komîsyona pêvajoyê dê çi bin?

17-07-2025
RÛDAW
Nîşan Komîsyon Parlamentoya Tirkiyeyê Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo birêvebirina pêvajoya çareseriyê dest bi amadekariyên avakirina komîsyoneke taybet kiriye û tê payîn ku komîsyon sibe were avakirin.

Piştî merasîma 11ê Tîrmehê ya destpêkirina çekdanînê, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, bangi fraksiyonên partiyên siyasî kir ku roja înê ji bo avakirina komîsyonekê bicivin ku dê bingeha yasayî ya pêvajoya nû amade bikin.

Komîsyon dê bi biryara Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê were damezirandin û çarçoveya karê wê jî dê ji aliyê heman serokatiyê ve were diyarkirin.

Tê payîn ku komîsyon piştî vê civînê bê avakirin û ev yek wekî yek ji gavên girîng ên pêvajoyê tê dîtin.

DEM Partiyê, “garantiya yasayî ya ji bo pêvajoyê” û “yasaya vegera malê ya ji bo endaman” wekî rojeva xwe ya sereke diyar kiriye.

Partiya desthilatdar jî plan dike ku li hemberî her gaveke erênî, bi “formula qonax bi qonax” pêşniyarên yasayî bîne rojeva komîsyonê.

Piştî destpêkirina pêvajoya çekdanînê, heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê roja çarşemê Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç, Serokê MHPyê Devlet Bahçelî û Serokê Giştî yê Partiya Paşerojê Ahmet Davutoglu ziyaret kiribû.

Heyet dê îro jî bi Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel re bicive.

Piştî tûra hevdîtinên bi mixalefetê re, heyet dê careke din biçe Îmraliyê û helwesta mixalefetê bigihîne Abdullah Ocalan.

Hejmara endên komîsyonê

Li gorî planê, komîsyon dê ji 35 endaman pêk were.

Partiyên xwedî fraksiyon dê her yek 5 endaman, partiyên bê fraksiyon jî dê nûnerekî bişînin.

Parlamenterên serbixwe jî dê bi avêtina pişkê 5 endaman diyar bikin.

Erka sereke ya komîsyonê amadekirina reşnivîsa çarçoveyeke yasayî ye ji bo endamên PKKyê yên ku çekan datînin e.

Armanc ew e ku bi derxistina yasayên nû rê li ber vegera gerîlayan a nava civakê were vekirin.

Li ser navê komîsyonê lihevkirin nîne

Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş, ji bo destnîşankirina mercên xebatê û endamên komîsyonê serokwekîlên partiyên ku koma wan li parlementiyê vexwend civînê.

Tê payîn ku di civîna roja înê de navê komîsyonê jî zelal bibe.

AK Partî pêvajoyê wekî “Tirkiyeya Bêteror” bi nav dike.

Abdullah Ocalan û DEM Partî wekî “Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk”  bi nav dikin.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî navê “Komîsyona Yekîtî û Piştevaniya Neteweyî” pêşniyar kiribû.

CHP jî navê “Komîsyona Tirkiyeya Demokratîk a Bêteror” pêşniyar dike.

DEM Partî li dijî navê “Tirkiyeya Bêteror” derdikeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst