Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiyên 16 kompanyayên cuda yên di tîrmehê de hatine kirin, CHP yekem, AK Partî duyem û DEM Partî jî sêyem e.
Rûpela MDRaporan ku encamên rapirsiyan li ser medya civakî belav dike, encamên 16 kompanyayên cuda yên tîrmehê kom kirine û li gorî wê rêjeya dengên partiyan hesab kiriye.
Di lêkolînê de amarên kompanyayên ADA, Lêkolîna ALFyê, AREA, ASAL, BETÎMAR, GENAR, GUNDEMAR, Lêkolîna HBSyê, OPTÎMAR, ORC, Lêkolîna Ozdemirê, Lêkolîna Serê, Lêkolîna TEAMê, THEMIS, Rapora Turkiyeyê û Yoneylemê cih girtine.
Li gorî lêkolîna ku rêjeya navendiya (kêm-zêde) hemû kompanyayan hatiye wergirtin CHP bi rêjeya ji sedî 33 partiya yekem, AK Partî bi rêjeya ji sedî 32,1 duyem û DEM Partî bi rêjeya ji sedî 9,4 sêyem e.
Rêjeya partiyên din wiha ye:
MHP: Ji sedî 7,8
ÎYÎ Partî: Ji sedî 4,6
Partiya Zaferê: Ji sedî 4,4
Partiya Yeniden Refahê: Ji sedî 2,8
Partiya Anahtar: Ji sedî 2,0
Partiya Karkerên Tirkiyeyê: Ji sedî 1,6
Yên din: Ji sedî 2,3
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse