Hewlêr (Rûdaw) – Li Tirkiyê nîqaşa ku li ser pirtûkxaneya şaredariya bajarê mezin a Stenbolê derbarê firotina pirtûkên Selahedîn Demîrtaş û Sakîne Cansiz de dest pê kiribû, berfireh dibe.
Rêdan bo firotina pirtûkên Selahedîn Demîrtaş, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Sakîne Cansiz ku yek ji damezrênerên PKKê bûye û destpêka sala 2013an li gel du hevrêyên xwe li Parîsê hat kuştin, bûye cihê nîqaş û aloziyê di navbera aliyên wî welatî de.
Berî niha jî hebûna pirtûkeke Abdullah Ocalan, li gencineya pirtûkxaneya parlamentoya Tirkiyê bûbû cihê alozî û nîqaşan. Ew jî piştî wê aşkere bû, pirtûkeke Abdullah Ocalan, rêberê zîndankirî yê PKKê bi navê, ‘Ji dewleta rahîb a Sumer ve ber bi şaristaniya demokratîk’ di tomarên pirtûkxaneya Parlamentoya Tirkiyê de hebû. Ev pirtûk ku sala 2001an hatibû belavkirin û di beşên ‘Bîranînên Siyasî’ û ‘Pirsa Kurd’ de hat kategorîzekirin.
Ew a cihê balkêşiyê ye, cihê hilgirtina vê pirtûkê ku bo bikaranînê li ber dest e û weke ‘Gencineya Pirtûkxaneya Parlamentoyê’ hatiye destnîşankirin.
Sala derbasbûyî jî hebûna wê pirtûkê di tomarên pirtûkxaneya parlamentoyê de bûbû sedema nîqaşan û ew pirtûka Ocalan bi sedema, ‘sivikatîkirin bi Îslam û Qurana pîroz’ guftigo li ser hatibûn kirin.
Piştî belavbûna nûçeyê, şaredariya mezin a Stenbolê, pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê ‘Jiyana min her tim têkoşîn bû’ ji lîsta firotina pirtûkên xwe der xist. Ev pirtûka Cansiz di heman demê de di tomarên pirtûkxaneya parlamentoya Tirkiyê de jî heye.
Saziya Poste û Telgraf (PTT) jî ku dezgeheke fermî a dewletê ye, di malpera fermî ya xwe de, pirtûkên Demîrtaş ên bi navên, ‘Devran’ û ‘Seher’ ji lîsta firotina pirtûkên ku rê pê hatiye dayîn der xistin.
Parlamentoya Tirkiyê jî derbarê pirtûka Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand, pirtûkxaneya parlamentoyê komkirina hemû cure pirtûkan e û aşkere kir bi rêya ‘diyarî, kirîn û komkirinê’ ew pirtûk hatiye xistin bo nav pirtûkên li pirtûkxaneyê.
Di daxuyaniya parlamentoyê de amaje bi wê hatiye kirin, li gor madey 8 a yasaya 6279 ku sala 2012an hatibû sererastkirin, merc e her pirtûkeke ku di nav sînorên Komara Tirkiyê de hatibe çapkirin, an jî dube bê çapkirin, nimûneyek bo pirtûkxaneya parlamentoya Tirkiyê û serokatiya xizmetguzariya arşîvê bê kirin.
Serokayetiya parlamentoya Tirkiyê diyar dike, ew pirtûk ji aliyê parlamentoyê ve nehatiye kirin, di çarçoveya wê yasayê de gihiştiye pirtûkxaneya parlamentoyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse