DEM Partiyê helwesta xwe eşkere kir: ‘Em wan têgehan qebûl nakin’

2 demjimêr berê
Nîşan DEM Partî Rapor Komîsyon Têbînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Endamên “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê” yên DEM Partiyê şerh (têbînî-merc) danîn ser rapora dawî ya komîsyonê.

Endamên Komîsyonê yên DEM Partiyê Gülistan Kiliç Koçyigît, Meral Daniş Beştaş, Hakki Saruhan Oluç, Celal Firat û Cengîz Çîçek têbîniyên xwe yên li ser rapora dawî bi raya giştî re parve kirin.

Di daxuyaniya bi sernavê "Nêrînên me yên cihê yên li ser pêşnûmeya rapora hevpar" de hat gotin:

"Em bikaranîna têgehên wekî 'Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror', 'rêxistina terorê' û 'belaya terorê' guncav nabînin."

Endamên DEM Partiyê diyar kir ku divê pêvajo li şûna van navan, bi navê "Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" were binavkirin ku berê li ser li hev kiribûn.

"Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk"

Di têbîniyan de hat destnîşankirin ku ew wekî DEM Partiyê pêvajoyê wekî "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" pênase dikin ku Abdullah Ocalan 27ê Sibata 2025an banga vê yekê kiribû.

Wan got, "Ji ber sedemên navborî em rast nabînin ku di raporê de navê pêvajoyê wekî 'Tirkiyeya Bêteror' were nivîsandin."

Mafê zimanê dayîkê

Parlamenterên DEM Partiyê bal kişand ser mafê zimanê dayîkê jî û xwest ku ev maf wekî “mafekî gerdûnî” û “mafekî ku kes nikaribe dest bidiyê” û “nayê dewrkirin” were qebûlkirin.

Wan diyar kir ku divê astengiyên li pêşiya Kurdî û zimanên din bên rakirin û bi pirzimaniyê re aştî were kirin.

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin:

"Divê zimanê rapora hevpar ne yekalî be. Aştî ne tenê encam e, di heman demê de ziman û rêbaz bi xwe ye.

Eger ziman şikestî be, dê encam jî şikestî be."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst