Kurtulmuş dê ji bo komîsyona pêvajoyê bi partiyan re bicive

18-07-2025
RÛDAW
Nîşan Parlamentoya Tirkiyeyê Pêvajoya Çareseriyê Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji bo avakirina komîsyona pêvajoya çareseriyê dê îro bi nûnerên partiyên siyasî re bicive.

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ji bo gotûbêja komîsyona çareserkirina pirsgirêka Kurdan vexwendname şandibû partiyên siyasî.

Li gorî vexwendnameyê civîn dê îro saet 10:00an were kirin.

Hat diyarkirin ku nûnerên partiyên siyasî yên ku komên wan li parlamentoyê nînin jî dikarin beşdarî civînê bibin.

Kurtulmuş daxwaz kiriye ku ji her partiyekê tenê nûnerek beşdarî civînê bibe.

Ev civîn, wekî civîna dawî ya beriya avakirina komîsyonê tê dîtin.

Di civînê de dê gelek mijar werin nîqaşkirin ku di nava wan de navê komîsyonê û gelo divê komîsyon bi yasayekê were damezirandin an bi însiyatîfa Serokê Parlamentoyê jî hene.

Eger li ser şêwaza avakirina komîsyonê lihevkirinek çêbibe dê derbarê prensîb û rêbernameyên wê pêşnûmeyeke nivîskî were amadekirin.

Tê payîn ku Kurtulmuş piştî van amadekariyan avakirina komîsyonê bi awayekî fermî ragihîne.

Doh jî rayedarên dewlet û hikûmetê hevdîtin pêk anîbûn û rojeva sereke pêvajoya çekdanîn û fesixkirina PKKyê bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst