Hewlêr (Rûdaw) - Şêwirmendê Serokkomarê Tirkiyeyê Mehmet Uçum diyar kir ku ji bo ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan careke din bibe namzed ne hewce ye ku destûra bingehîn bê guhertin.
Mehmet Uçum li ser hesabê xwe yê Xê nivîsek nivîsand û diyar kir ku eger Parlamentoya Tirkiyeyê beriya hilbijartinên 2028an bi 360 dengan biryara nûkirina hilbijartinên pêşwext bide, Erdogan dikare careke din bibe namzed.
Parêzer Mehmet Uçum mixalefeta Tirkiyeyê jî rexne kir û got:
“Heta ku dev ji wê derewa ku dibêjin 'armanca destûra nû ew e ku rê li ber Serokkomar Erdogan veke da ku di hilbijartinên pêş de bibe namezed' bernededin, em bi bîra her kesî bînin.
Ji bo ku Serokomar Erdogan dîsa bibe namzed, ne hewce ye ku destûreke nû yan jî destûra heyî were guhertin. Destûra heyî jixwe derfetê ji bo vê yekê dide.”
Ev peyama Uçum di demekê de ye ku nîqaşên li ser amadekirina destûreke nû di rojeva Tirkiyeyê de ye û partiyên mixalefetê dibêjin, armanca destûra nû ew e ku rê li ber namzedbûna Erdogan were vekirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse