Hewlêr (Rûdaw) – Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ji bo Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu tebîra “Serokê rêxistina sûcan Ekrem Îmamoglu” bi kar anî.
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn û Ekrem Îmamoglu jî hat desteserkirin.
Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê der heqê lêpirsînê daxuyaniyek da.
Serdozgeriyê ragihand ku lêpirsîn ji aliyê "Buroyên Lêkolîna Sûcên Rêxistinî" ve tê meşandin.
Ji bo Îmamoglu hatiye gotin ku ew “serokê rêxistinê” ye û hat îdiakirin ku ev rêxistin “karsazan neçarî dayîna pereyan dike, bi hinek karsazan re bi hev re dixebitin da ku bi awayekî neheq qezencê bikin, bi rêya kesên sexte kirîn û firotinê dikin û pereyên ku ji sûcan bi dest xistine spî dikin, ji bo veguhestin û berhevkirina pereyan kesên sivîl bi kar tînin ku wekî ‘qaseyên veşartî’ tên binavkirin.”
Lêpirsîne duyem
Li hêla din, li ser Ekrem Îmamoglu dest bi lêpirsîneke duyem jî hat kirin.
Di vê lêpirsînê de qala “lihevkirina li bajaran” a CHP û DEM Partiyê hatiye kirin û wî bi rêya vê yekê “alîkarî daye PKK/KCKyê” û “sempatîzanên rêxistinê li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bi cih kirine.”
Di çarçoveya lêpirsîna li ser Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de derbarê 100 kesî biryara desteserkirinê hat dayîn.
Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu di vê çarçoveyê de hat desteserkirin.
Serokê Şaredariya Şişliyê ya Stenbolê Resul Emrah Şahan, şêwirmendê Îmamoglu yê çapemeniyê Murat Ongun, rojnameger Îsmaîl Saymaz û Serokê Şaredariya Beylîkduzuyê Murat Çalik jî hatin desteserkirin.
Li hêla din, Stasyona metroyê ya Taksîmê jî bi biryara Parêzgariya Stenbolê hat girtin û dê sefer neyên kirin.
Parêzgariya Stenbolê di navbera 19-23yê Adarê de civîn û xwenîşandan qedexe kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse