Stenbol (Rûdaw) - Rûniştina duyemîn doza “Lihevkirina Bajêr” li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat lidarxistin û berevajî hêviyan biryar hat dayîn.
Ji ber pêvajoya çareseriyê hêvî û bendewarî zêde bû ku 10 kesên bi girtî tên darizandin bêne berdan lê belê dadgeh bes biryara berdana kesekî da û biryar da ku girtina 9 kesan berdewam bike.
Di operasyonên li dijî şaredariyên CHPyê de, 9 endamên meclisa şaredariyan û şêwirmendek, bi hinceta ku di nav Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de xebatên siyasî meşandine û di çarçoveya “Lihevkirina Bajêr” a DEM Partî û CHPyê de hatine hilbijartin, 12ê Sibatê hatibûn girtin.
Piştî biryarê DEM Partî, parêzer û malbatên girtiyan ji nav dadgehê heta cihê daxuyaniyê bi sloganan meşiyan û bertek nîşanî biryara dadgehê da.
Parlamenterên DEM Partiyê, Serokbajarê Stenbolê yê CHP û şaredarên CHPyî, hejmareke zêde siyasetmedar, parêzer û malbatên girtiyan dozê şopand.
“Divê em hêviyên aştiyê roj bi roj zêde bikin”
Alîkarê Hevserokê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî ji Rûdawê re got, “Niha pêvajoyeke dimeşe û di nav gel de hêviyên aştî û çareseriyê belav bûye.
Jixwe lazim e em hêviyên aştî û çareseriyê di nav gelên Kurd û Tirk de roj bi roj zêde bikin.
Lê biryarên vê dozê hêviyên xelkê ji pêvajoyê qut dike. Li vir nakokî heye, dibe ku hêviyên dadgehê ji vê pêvajoyê tunebe, yan bixwaze ku ev pêvajo têk biçe.”
Bi hinceta ku salona dadgehê biçûk e rê nehat dayîn gelek kes dozê bişopînin.
Ji ber wê yekê gelek siyasetmedar, parêzer û malbatên girtiyan nekarin bikevin salonê.
“Divê doz were betalkirin”
Parêzeran di parastinên xwe de da zanîn ku ev doz ne hiqûqî ye lazim e doz bê hilweşandin û kesên girtî bên berdan.
Hevserokê Komeleya OHDyê û parêzerê girtiyan Serhat Çakmak got:
“Dema em li vê dozê dinêrin em dibînin mijara dozê mijara hiqûqa cezayê nîne.
Lewra ti delîleke hiqûqa cezayê tune ye. Lewra li vir stratejiya partiyeke siyasî tê darizandin, ev mijareke siyasî.
Dema ku mijar mijareke hiqûqê nebe ew doz dibe dozeke siyasî. Wekî vê doza lihevkirina bajêr. Ji ber vê yekê jî lazim bû ku hemû girtiyên dozê bihatina berdan.”
Di operasyonên li dijî şaredariyên CHPyê de, 9 endamên meclîsa şaredariyan û şêwirmendek, bi hinceta ku di nav Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de xebatên siyasî meşandine û di çarçoveya “Lihevkirina Bajêr” de hatine hilbijartin, 12ê Sibatê hatibûn girtin.
Di îdianameyê de siyasetmedar bi “endamtiya rêxistina terorê” tên tohmetbarkirin.
“Hewl didin rê li pêşiya Kurdan bigrin”
Hevserokê Stenbolê yê DEM Partiyê Vedat Çinar Altan jî got:
“Em îro li hêviya biryarên tehliyeyê bûn, ne ku ew xizm û hevalên me ne. Ji ber ku me nirxandinên siyasî û hiqûqî dikir û wisa pêşbînî dikir.
Lê ev doz gelekî bi nakok e. Hem ji aliyê hiqûqî ve hem jî ji aliyê siyasî ve.
Lewra em dibînin ku di vê dozê de, bi biryarên siyasî hewl didin rê li pêşiya cihgirtina Kurdan di nav rêveberiya şaredariyan de bigrin.”
Alîkarê Serokê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî, Hevberdevkê HDKyê Alî Kenanoglu, Serokbajarê Stenbolê yê CHP Ozgür Çelîk, Parlamentera DEM Partiyê Ozgul Sakî, Hevserokên rêxistina bajêr a Stenbolê ya DEM Partiyê Arîfe Çınar û Vedat Çinar Altan, şaredarên CHPyî, gelek zêde siyasetmedar, parêzer û malbatên girtiyan doz şopand.
Rûniştina din a dozê dê 27ê Çiriya Paşîn a 2025an were lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse