Rûdawê pirsî: 'Hûn piştgiriyê didin vê pêvajoyê û divê kîjan gav bên avêtin?'

23-05-2025
Omer Sonmez
Ciwanên Tirk\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Ciwanên Tirk\ Wêne û vîdeo: Rûdaw
Nîşan Pêvajoya Çareseriyê Devlet Bahçelî DEM Partî Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Ev demeke li Tirkiyeyê rojeva sereke pêvajoya nû ya aştî û çareseriyê ye.

Herî dawî Serokê MHPyê Devlet Bahçelî, ji bo pêşxistina pêvajoyê daxwaza avakirina komîsyoneke li Parlamentoya Tirkiyeyê kiribû.

Her wiha Berdevka DEM Partiyê Ayşegonul Doganê jî bang li Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş kir û xwest bi lez komîsyonek were avakirin.

Saziyên civaka sivîl didin zanîn ku divê fikra aştî û çareseriyê di nav pêkhateyên civakê de bê qebûlkirin û ti alî ji derve nemîne. Li gorî amarên fermî ji sedî 15yê nifûsa Tirkiyeyê ji xort û ciwanan pêk tê.

Rûdawê li ser pêvajoyê ji bo nêrîna ciwanên Tirk wergire daket kolanan û pirsî; "Hûn piştgirî didin vê pêvajoyê û divê kîjan gav bên avêtin?"

Piraniya ciwanên ku ji Rûdawê re axivîn piştgiriyê didin pêvajoyê û dixwazin ku aştî pêk were.

Beşek ciwanan jî pêvajoyê wekî 'lîstikeke siyasî' dibînin û li dijî wê derdikevin.

“Divê em wekev û bi hev re bijîn”

Hasan Huseyin Topçakê xwendekar got:"Em dixwazin hemû xelk wekhev û bi hev re bijîn. Em naxwazin cudahî hebe.

Ez jî piştgirî didim vê pêvajoyê. Yanî divê em bi hev re bin û xwedî li hev derkevin. Ez qet naxwazim şer çêbibe.

Ez zêde ji siyasetê fêm nakim lê çi hewce be divê bê kirin. Yanî divê ti alî nebe xwedî maf û avantajeke zêde. Çi pêwîst be divê wisa bê kirin."

Ozan Can Yildizê karker jî got,"Beriya her tiştî ez bawer nakim ku rêxistinê xwe fesix kiriye lewre li Îraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê gelek baskên rêxistinê hene.

Berê jî hewldaneke wisa çêbûbû, min wê demê jî piştgirî nedabû. Jixwe pêvajoya wê demê heta operasyonên xendeqan çûbû. Helbet dibe ku mirov daxwaza mafan bike.

Eger ev daxwaz welat ber bi dabeşbûnê yan lihevkirina mirovên destxwîn bibe wê demê ez piştgiriyê nadim pêvajoyê û rast jî nabînim."

“Ez dixwazim tayînkirina qeyûman bê rakirin”

Xwendekara bi navê Nehir Ersoyê jî got, "Di serî de ez herî zêde dixwazim ku tayînkirina qeyûman bê rakirin. Jixwe ez wisa difikrim ku di dawiyê de ev pêvajo dê li ser rewşa şaredariyên DEM Partiyê rê li ber encamên girîng veke.

Yanî di nav mijarên ku PKK û Kurdan eleqedar dikin de mijareke sereke dê qeyûm be."

Îbrahîm Tuna Çakirê xwendekar jî got, "Em hemû gelên bira ne ku li ser vê axê mezin bûne. Tirk hene, Kurd hene, Elewî hene lê tiştê me ji hev cuda dike siyaset bi xwe ye.

Li gorî min em bi rêya siyasetê nikarin bigihîjin aştiyê. Aştî tenê di nav gel de çêdibe."

“Zimanê Kurdî dikare bibe zimanê fermî”

Berdan Savaşê xwendekar jî got,"Ez bi xwe piştgiriyê didim pêvajoyê. Lewra bi rastî jî Tirkiye di heyamên zehmet re derbas bû. Di vê demê de gavên herî xweş ên aştiyê ne.

Ji xwe slogana 'Li welat aştî, li cîhanê aştî' her dem pir watedar e. Pirsgirêka Kurdî pirsgirêkeke dîrokî ye ku demeke dirêj e didome.

Li gorî min çareseriya herî baş a vê pirsgirêkê pêkanîna aştiyê ye."

Ciwanê bi navê Kemal jî got, "Pirsa Kurdî ne pirsa ziman û çandê ye. Kurdî jî zimanek û çandek e. Ji aliyê dîrokî ve zimanekî pir kevnar e. Nêzîkî Farisî û Îbrî ye.

Ev ziman jî di qada navneteweyî de tên naskirin. Ji ber vê yekê fermîbûna Kurdî mimkun e û rast e jî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst