Interpolê 15 tohmetbar radestî Tirkiyeyê kirin

20-07-2025
RÛDAW
Nîşan Interpol Tohmetbar Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê ragihand ku Interpolê 15 tohmetbarên ku li welatên cuda bi buletena sor dihatin lêgerîn, radestî wan kirine.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku 15 tohmetbar doh radestî wan hatine kirin.

Yerlîkaya amaje pê da ku ew tohmetbar ji ber tawanên wekî qaçaxçîtî, bazirganiya bi koçberan, madeyên hişbir, êrişên sîberî yên li saziyan, kuştin û tawanên rêxistinî li wan dihat gerîn.

Yerlîkaya eşkere kir ku 8 ji wan tohmetbaran li Gurcistanê, 3 li Almanyayê, 1 li Yunanistanê, 1 li Qibrisê, 1 li Belçîkayê û 1 jî li Sirbistanê hatine desteserkirin û ji aliyê Interpolê ve radestî Tirkiyeyê hatine kirin.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ji sala 2013an ve 407 tohmetbarên daxwazkirî ji aliyê Interpol û Rêxistina Polîsan a Ewropayê (Europol) ve radestî Tirkiyeyê hatine kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst