Hewlêr (Rûdaw) - Gumanbar M.E.F.yê ku li ber Parlamentoya Tirkiyeyê otomobîla xwe ya Toros a spî şewitandibû hat girtin.
Bûyer, doh saet derdora 09:00an li navçeya Çankayayê ya Enqereyê li ber Parlamentoya Tirkiyeyê qewimîbû.
M.E.F.yê ku ji Mêrsînê hatibû, otomobîla xwe ya bi plakaya 33 FC 312 şewitand.
Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.
Otomobîla ku ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirandin êdî naye bikaranîn.
Birêvebiriya Ewlehiyê ya Enqereyê ragihand ku kesek hatiye desteserkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku M.E.F. li Mêrsînê dijî, nexweşiyên wî yên derûnî hene û xwedî gelek qeydên sûcan e.
Li gorî daxuyaniya ewlehiyê, M.E.F.yê ku xwedî 16 qeydên sûcên cuda ye, ji ber ku "li benda daxistina Baca Xerckirinê ya Taybet (OVT) bûye" û "daxistin çênebûye" otomobîla xwe şewitandiye.
Otomobîlên Toros ên spî, bi taybetî di salên 1990î de li bajarên Bakurê Kurdistanê bûbûn sembola kuştinên kiryar nediyar û revandina mirovan.
JÎTEMê (Îstixbarat û Têkoşîna li Dijî Terorê ya Cendirmeyan) ev otomobîl bi kar dianîn.
Li ser gumanbar çi tê zanîn?
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê jî li ser gumanbarê ku hatiye desteserkirin daxuyaniyek da.
Hat ragihandin ku gumanbarê 57 salî xwedî 16 qeydên sûcên cuda ye.
Hat destnîşankirin ku di nav wan sûcan de "dizî", "diziya otomobîlan", "sextekarî di belgeyên fermî de", "gef" û "avakirina rêxistinê" hene.
Her wiha hat gotin ku gumanbar tedawiya derûnî dîtibû û 11ê Gulana 2018an jî bi hinceta ku "10 salan di girtîgehê de maye" li ber Edliyeya Mêrsînê otomobîlek şewitandibû.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse