Civak li ber keviya depresyonê ye lê DEM Partiyî xwedî hestên cuda ne

20-08-2025
Rawîn Stêrk
Stenbolî ji Rûdawê re axivîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Stenbolî ji Rûdawê re axivîn / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Depresyon Tirkiye DEM Partiyî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Rewşa aborî ya nebaş, nezelaliya siyasî û nearamiya paşerojê bandoreke neyînî li ser derûniya civaka li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dike.

Li gorî rapirsiyeke Navenda Lêkolînan a Gundemarê, ji sedî 87ê beşdaran rewşa xwe ya hestiyar bi pênaseyên "neyînî" rave dikin ku ev yek nîşan dide civak li ber keviya depresyonê ye.

Pispor hişyariyê didin û dibêjin divê dewlet bi projeyeke civakî ya berfireh demildest midaxeleyî rewşê bike.

Gel bi endîşe ye

Li gorî rapirsiyê, ji sedî 47ê beşdaran diyar dikin ku ew ji jiyana xwe bi endîşe ne. Kesên ku ji Rûdawê re axivîn jî vê rewşê piştrast dikin:

Muyeser Kaya: “Welehî rewşa me hemûyan yek e. Ne diyar e bê ka pêşeroja me çi lê tê. Em nizanin serê me li ser kîjan balgihî ye. Ji çar aliyên cîhanê hatine û wan Tirkiye dorpêç kiriye. Helbet bandora wan li aboriyê jî dibe û aboriya vir xirab dibe. Ew bandorê li me hemûyan dike, me hemûyan dixe nava endîşeyan.”

Ercument Dînçer: “Welehî bi ya min ji sedî sedê xelkê tiredîn bûye. Ka binêre kesekî bi aqil maye? Ca li halê ciwanan binêre, li derdorê binêre, li kal û pîran binêre. Endîşeya çi heye, ya pereyan heye, ya ewlehiyê heye, ya her tiştî heye ji bo xelkê. Endîşeyeke nemayî nîne.”

Zulfîkar Akdam: “Ji sedî 90ê xelkê li muzîka arabesk guhdarî dike. Yê ku guhdariya arabeskê bike dê çi pê bê? Dê yan xwe jilêt bike yan xwe ji pencereyê bavêje yan caman bişikîne û êrişkar bibe. Ger ku li muzîka klasîk guhdarî bikin, ew dê him sihetir bibin û him jî bifikirin û karibin muhakemeya jiyanê bikin.”

Serpil Delî: “Bi tu awayî haziriyek bo paşerojê yan jî planek nîne. Plan û hazirî berê bûn.”

Endîşe, xemgînî û nebextewarî

Di çarçoveya rapirsiyê de ji welatiyan hatiye pirsîn, "Hûn xwe çawa hîs dikin?" û li gorî bersivan, ji sedî 47ê beşdaran xwe "bi endîşe", ji sedî 16 "xemgîn", ji sedî 12 "ne bextewar", ji sedî 5 "bihêrs" û ji sedî 2 jî "tirsiyayî" hîs dikin.

Rêjeya kesên ku hestên erênî anîne ziman gelekî kêm e.

Tenê ji sedî 6ê beşdaran xwe "dilxweş", ji sedî 4 "di nava ewlehiyê de", ji sedî 4 "bi kelecan" û ji sedî 4 jî "bextewar" pênase kirine.

Her wiha hat destnîşankirin ku bikaranîna dermanên derûnî li Tirkiyeyê ji 60 milyon qutiyan derbas bûye.

Pispor: Divê demildest midaxele bê kirin

Psîkiyatr Dr. Ayhan Akcan rewşê bi rengê "krîtîk" dinirxîne û bang li rayedaran dike ku demildest midaxeleyê bikin:

“Diyar e di paşerojê de pirsgirêkên mezin li pêşiya me ne. Hema bêje temamê civakê ne bextewar, rageş, bêhizûr û depresîf e.

Bêyî ku cudahiya partiyan hebe rewş wisa ye. Palpiştên desthilatê jî bi rêjeya 76 ji sedî dibêjin ku ne bextewar in.

Civak di nava endîşe, tirs û pirsgirêkan de ye. Em dibînin ku bi giştî rewşa civakê ne baş e. Rewşa me ya rihî xirab e û em ne baş in.

Ji halê heyî ti kes ne dilxweş e. Tirs, guman û endîşeya paşerojê xelk dorpêç kiriye. Civak li keviya depresyonê ye û ketiye jî divê demildest midaxale bê kirin.”

Dengdêrên DEM Partiyê herî kêm “neyînî” ne

Yek ji encamên herî balkêş ên rapirsiyê ew e ku dengdêrên DEM Partiyê bi rêjeya herî kêm hestên xwe wekî "neyînî" pênase kirine.

Li gorî amaran, rêjeya hestên neyînî li gorî partiyên siyasî wiha ye:

ÎYÎ Partî: Ji sedî 97

CHP: Ji sedî 95

Partiya Zaferê: Ji sedî 89

MHP: Ji sedî 78

AK Partî: Ji sedî 78

Yenîden Refah: Ji sedî 61

DEM Partî: Ji sedî 56

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst