Li Hatayê 15 rojan piştî erdhejê çêlekek bi saxî ji bin kavilan hat derxistin

21-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Hatay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Hatayê ya Tirkiyê 15 rojan piştî erdheja 6ê Sibatê çêlekek bi saxî ji bin kavilê axûreke herifî hat derxistin.

Erdheja 6ê Sibatê ku bandor li 11 parêzghên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kir, bû sedema malwêraniyeke mezin.

Di 15mîn roja erdheja yekem de hê li bajarên Mereş û Hatayê xebatên lêgerînê berdewam in.

Di encama xebatên tîmên hawarçûnê de roja Sêşemê 21ê Sibata 2023ê 15 rojan piştî erdheja yekem li Hatayê çêlekek bi saxî ji bin kavilê axûreke herifî hat derxistin.

Roja 6ê Sibatê, du erdhejên mezin bi pileyên 7.7 û 7.6 ku navendên wê her du navçeyên Bazacix û Elbistan ên parêzgeha Mereşê li Bakurê Kurdistanê bûn, 10 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin.

Di encama wan erdhejan de li gor amarên fermî zêdetirî 41 hezar kesan heta niha jiyana xwe ji dest dane û bi deh hezaran kes jî birîndar bûne, herwiha bi hezaran avahî hilweşiyane û hikûmetê ragihandiye, divê zêdeyî 100 hezar avahiyên din li herêmên erdhejê bên hilweşandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst