Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çerkezkoyê ya Tekîrdagê leşkeran û hinek kesên sivîl bi Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê de girt.
Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê 18ê Gulana 2025an cara ewil li herêma Trakyayê hat vekirin.
Li gorî daxuyaniya Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê, rojek piştî vekirina komeleyê leşkerên Tirkiyeyê û hinek sivîlan bi ser komeleyê de girt.
Di daxuyaniya de hat gotin ku li hemberî rewşenbîrên Kurd û çand û zimanê Kurdî gotinên dervey hiquqê hatin kirin.
Daxuyaniya Komeleya Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Mezopotamyayê bi rengî ye:
“Wekî ku hûn dizanin, li welatê me ev demeke dirêj e pêvajoya aştî û biratiyê ya di navbera gelên Tirk û Kurdan de dest pê kiriye.
Ev pêvajo ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve ji bo hemû gelan û bi taybetî ji bo gelên ku li Tirkiyeyê dijîn, ji bo avakirina sedsaleke nû, ji bo parastina mafên her kesî, ji bo ku hemû gel jiyaneke azad ava bikin, hatiye destpêkirin.
“Em bê şert piştgiriya pêvajoyê dikin”
Bi heman rengî em jî wekî komele û saziyên ziman û çandê, bi hevkariya komeleyên din, piştgiriya xwe bê şert didin vê pêvajoya aştî û heqîqetê.
Wekî ku hûn dizanin, 18ê Gulanê vekirina Komeleya Mezopotamyalilarê pêk hat.
Vekirina komeleyê bi tevlîbûna gel, bi reng û dengê bi beşdariyeke bihêz bû.
Lê mixabin vekirina vê komeleya ji bo çand û bipêşxistina zimanê Kurdî, wekî ku tê dîtin vî reng û dengên ku Mezopotamyayê hinek kesan aciz kirine.
Rojek piştî vekirina komeleyê, ji qereqola navçeyê hinek leşker û çend kesên sivîl bi ser komeleya me de girt û wan lêgerîn kir.
“Nêzîkatiyeke gelekî çewt nîşanî me da”
Wan dîmenên rewşenbîrên Kurd girtin û nêzîkatiyeke gelekî çewt nîşanî me da.
Ya herî girîng jî wan ji me re got, herfên Kurdî çima ji herfên Tirkî mezintir in û girêdayî van gotinan şiroveyên derveyî hiquqê kirin.
Piştî lêgerînê wan got ku em dê li ser mijarê dîsa werin.
Em wekî sazî û dezgehên demokratîk, li vê nêzîkbûna li hemberî çand û zimanê Kurdî bi tundî rexne û şermezar dikin.
Divê were zanîn ku îro zimanê Kurdî û çanda Kurdî bi hebûna milyonan Kurdan dijîn.
Ev ziman û çanda herî qedîm ne bê kes û bê xwedî ye. Gelê Kurd her dem li zimanê xwe û çanda xwe xwedî derketiye. Ji vir û pê ve jî dê zêdetir û bênavber xwedîtiyê lê bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse