Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destîcî got, “Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurdan nîne pirsgirêka terorê heye û biryara çekdanînê ya PKKyê encama serkeftina artêşa Tirkiyeyê ye.”
Serokê Partiya Yekîtiya Mezin (BBP) Mustafa Destîcî ku di nav Hevpeymaniya Cumhurê de cih digire, îro li navenda partiya xwe civînek li dar xist.
Mustafa Destîcî derbarê rojevê axivî û destnîşan kir ku di şerê artêşa Tirkiyeyê û PKKyê de 40 hezar kesî canê xwe ji dest daye û bi bihayê 2 trîlyon dolar zerera Tirkiyeyê bûye.
Destîcî wiha got, “Li vî pirsgirêka Kurdan nîne lê pirsgirêka terorê heye.
Me dawiya wan anî û şerê me serkeftî bûye. Ji ber vê yekê PKKyê çog daniye û eşkere kir ku çek daniye û xwe fesix kiriye.
Ev serkeftina dewleta Tirk û artêşa Tirk e.”
Destîcî her wiha tekez kir ku tişta pêwîst ew e ku PKK bê merc xwe fesix bike û çekan deyne û got:
“Tiştekî din qet nabe û dê nebe. Îro jî heman biryara me berdewam dike.
Kî bixwaze hewl bide vê biryara me lawaz bike, li beramberê xwe dê ne tenê dewleta Komara Tirkiyeyê dê bi Kurd, Tirkmen, Elewî û Sûnî giştî milet bibîne.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse