Erdogan: Netanyahu kopyaya Hitler e

21-06-2025
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Şerê Îran û Îsraîlê Filîstin Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Serokkomarê Tirkiyeyê êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kir û got, " Netanyahu kopyaya Hitler e. "

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di 51emîn Civîna Konseya Wezîrên Karên Derve ya Rêxistina Hevkariya Îslamî de gotarek pêşkêş kir û ragihand ku hikûmeta Benjamin Netanyahu astenga herî mezin a li pêşiya aştiya herêmê ye.

Erdogan êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê jî bi tundî şermezar kir.

Serokkomarê Tirkiyeyê di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa Xezeyê, êrişên Îsraîlê yên li herêmê û pêwîstiya yekrêziya cîhana Îslamê.

"Netanyahu hewl dide şer li tevahiya herêmê belav bike"

Erdogan, da zanîn ku Îsraîl bi piştgiriya hêzên rojavayî hewl dide aramî û îstiqrara herêmê têk bide û wiha got: "Hikûmeta Netanyahu bi van êrişan careke din îspat kir ku ew astenga herî mezin a li pêşiya aştiya herêmê ye."

Erdogan amaje bi wê yekê kir ku Netanyahu li şûna çareseriya du-dewletî, hewl dide şer li tevahiya herêmê belav bike.

Serokkomarê Tirkiyeyê da zanîn Netanyahu kopyayeke Hitler e ew hewl dide herêmê û cîhanê ber bi karesateke mezin ve bibe.

"Êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê tawaneke hovane ye"

Erdogan êrişên Îsraîlê yên li ser Îran, Sûriye, Libnan û Yemenê wekî tawaneke hovane bi nav kir û got, "Êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê bi tundî şermezar dikim. Sersaxiyê ji gelê Îranê re dixwazim.

Tedbîrên ku Îranê di çarçoveya xweparastinê de ji bo parastina gelê xwe li hember terora dewleta Îsraîlê girtine, bi temamî rewa û yasayî ne."

"Êşa birayên me yên Filistînî êşa me ye"

Serokkomarê Tirkiyeyê diyar kir ku ew êşa Filistîniyan wekî êşa xwe dibînin û da zanîn ku di êrişên Îsraîlê de li Xezeyê zêdeyî 55 hezar kes mirine ku ji ji sedî 65ê wan jin û zarok in û nêzîkî 128 hezar kes jî birîndar bûne.

Erdogan di berdewamiyê jî de got, "Em dê ti carî li hember cezakirina gelê Xezeyê bi birçîbûnê, terora dewletê li Şerîeya Rojava û hewldanên jinavbirina statuya dîrokî ya Quds û Mescîda Eqsayê bêdeng nemînin."

Serokkomarê Tirkiyeyê her wiha bang amaje bi rewşa Filistînê jî kir û wiha domand:

"Pêwîst e alema Îslamê ya 2 milyarî bi tena serê xwe bibe qutbek. Pêdiviya me bi hevgirtineke xurt heye.

Divê em cudahiyên xwe deynin aliyekî û li dora dozên xwe yên hevpar bicivin."

Erdogan eşkere kir ku çareseriya du-dewletî ji her demê zêdetir guncaw bûye û divê welatên zêdetir dewleta Filistînê nas bikin û tedbîrên tund li dijî Îsraîlê bên girtin.

Erdogan da zanîn Tirkiye amade ye ji bo çareseriyê bi rêyên dîplomatîk çi ji destê wê bê bike.

“Em dê rê nedin avakirina nîzameke Sykes-Picotê”

Erdogan bal kişand ser wê yekê ku îdiaya Îsraîlê ya ku wê li herêmê nîzamê deyne, radixe ber çavan ku birêvebirên qî welatî di çi korîtî û tarîtiyê de ne, û wiha axivî:

"Wek Tirkiye, ez li vir bi awayekî xurt tekez dikim ku em dê rê nedin avakirina nîzameke nû ya Sykes-Picot ku li herêma me sînorên wê bi xwînê bên xêzkirin.

Em dê tu carî li hember cezakirina gelê Xezeyê bi birçîbûnê, terora dewletê û niştecihan a li Şerîeya Rojava, û hewldanên ji holêrakirina statûya dîrokî ya Qudsê ku dergûşa olên semawî û Mizgefta Eqsayê ye, bêdeng nemînin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst