Hewlêr (Rûdaw) - Berdana girtiyekî ku ev 30 sal in di girtîgehê de ye careke din hat taloqkirin.
Berdana girtiyê bi navê Sadik Hasanê ku li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin, ji aliyê Desteya Îdare û Çavdêriyê ve cara duyemîn hat bipaşxistin.
Sadik Hasan 17ê Kanûna Paşîn a 1995an de hat desteserkirin û piştre hat girtin.
Sadik Hasan 24ê Hezîrana 1999an bi cezayê hepsa heta hetayê hat cezakirin.
Desteya Îdareyê 8ê Kanûna Paşîn a 2025an kom bû û daxwaza berdana Hasan 6 mehan bi paş xist.
Li gorî nûçeya MAyê, herî dawî deste 8ê Tîrmehê ji nû ve li hev kom bû.
Desteyê, bi hinceta nepoşmaniya Sadik Hasan berdana 3 meh in din jî bi paş xist.
Deste dê ji bo nirxandina rewşa Sadik Hasan 9ê Çiriya Pêşîn dîsa kom bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse