Ozgur Ozel dîsa bû Serokê CHPyê

21-09-2025
RÛDAW
Nîşan CHP Kongre Ozgur Ozel
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel, careke din wekî serokê giştî hat hilbijartin.

CHPyê 22yemîn Kongreya xwe ya Awarte li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmetê ya Enqereyê li dar dixe.

Di kongreyê de pêvajoya dengdanê ya ji bo hilbijartina serokê giştî bi dawî bû.

Li gorî vê yekê, di 60emîn kongreya dîroka CHPyê de ji 1127 delegeyên tomarkirî 917 delegeyan dengên xwe bi kar anîn û ji wan dengan 835 derbasdar, 82 jî nederbasdar hatin hejmartin.

Bi vê encamê, Ozgur Ozel di nava 2 salên dawî de cara 3yemîn wekî serokê giştî hat hilbijartin.

Kongre dê bi hilbijartina endamên Meclisa Partiyê û Lijneya Dîsîplînê ya Bilind berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst