ÎMRALI - 5 girtiyên bi Abdullah Ocalan re kî ne?

21-11-2025
RÛDAW
Nîşan Girtîgeha Îmraliyê Abdullah Ocalan Zekî Bayhan Mahmut Yamalak Engîn Atabey Omer Hayrî Konar Hamîlî Yildirim
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê îro biryarê li ser serdana xwe ya Girava Îmraliyê û hevdîtina li gel Abdullah Ocalan bide.

Berî wê serdanê, kesayetên ku niha li gel Ocalan di girtîgehê de ne jî tên meraqkirin û yek ji wan pirsan jî ew e ku eger biryara serdanê were dayîn, dê Komîsyon bi wan kesayetan re jî bicive an dê tenê Ocalan di civînê de amade be?

Abdullah Ocalan, ji sala 1999an ve di girtîgehê de ye û cara yekem îsal bi peyameke vîdeoyî derket pêşberî raya giştî.

Peyama vîdeoyî ya beriya pêvajoya çekdanînê ya PKKyê, 11ê Tîrmeha îsal bi rêya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) hat parvekirin.

Ocalan di vîdeoya ku li Girtîgeha Îmraliyê hatiye girtin de, da zanîn ku ew “Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê” ya 27ê Sibata 2025an didomîne û got:

“Dawî li tevgera PKKyê hatiye anîn ku li ser înkarkirina hebûnê û ji bo armanca dewleteke cuda ava bû.”

Di dema peyama vîdeoyî de 6 girtiyên din jî ji girtiyên li Girtîgeha Îmraliyê li cem Ocalan cih girt.

Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên ku di pêvajoya çareseriyê ya sala 2015an de wekî “sekreterya” ji giravê re hatibûn şandin, di wêneyê ku 27ê Sibata 2025an ji aliyê DEM Partiyê ve hatibû parvekirin de jî bi Ocalan re hatibûn dîtin.

Lê Veysî Aktaş 25ê Tîrmeha îsal hat berdan.

Li gorî daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ya 7ê Hezîrana 2025an hîn jî 5 girtiyên din ên bi navên Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Mahmut Yamalak, Engîn Atabey û Zekî Bayhan li gel Ocalan di Girtîgeha Îmraliyê de dimînin.

Profîla wan kesayetên li gel Ocalan li girtîgeha Îmraliyê dimînin wiha ye:

Hamîlî Yildirim

  • Yek ji kadroyên nifşê yekem ê rêxistinê ye.
  • Sala 1980yî ket girtîgehê û piştî 16 salan hat berdan û çû Sûriyeyê.
  • Sala 1997an wekî yek ji birêvebirên PKKyê çû Dêrsimê.
  • Dema 2005an wekî berpirsê PKKyê yê Hatay û Herêma Deryaya Spî derbasî Tirkiyeyê bû, li Sûriyeyê bi 15 kesan re hat girtin.
  • Radestî Tirkiyeyê hat kirin û cezayê heta hetayê yê giran ê girtîgehê lê hat birîn.

Omer Hayrî Konar

  • Omer Hayrî Konar 23 sal in girtî ye.
  • Salên 2000-2002yan de di nav sazkirina PKKyê ya Rojhilata Navîn de cih girt.
  • Li Sûriyeyê hat girtin û radestî Tirkiyeyê hatibû kirin.
  • Sala 2015an ji bo Girtîgeha Îmraliyê hat şandin.
  • Ji wê demê ve bi Abdullah Ocalan re di girtîgehê de ye.

Engîn Atabey

  • Engîn Atabey sala 1973yan ji dayîk bûye.
  • 27 sal in di girtîgehê de ye.
  • Wekî yek ji tohmetbarên “êrişa Mavi Çarşiyê” tê naskirin.
  • Jê yek bi Kurdî, 4 pirtûkên wî hatine weşandin.

Mahmut Yamalak

  • Sala 1969an li navçeya Dûtaxê ya Agiriyê ji dayîk bûye.
  • Di zarokatiya xwe de koçî Stenbolê kir.
  • Sala 1994an hat girtin.
  • Bi cezayê heta hetayê yê girtîgehê hat cezakirin.

Zekî Bayhan

  • Li navçeya Geverê ya Colemêrgê ji dayîk bûye.
  • Perwerdeya aboriyê wergirtiye.
  • Sala 1998an bi tohmeta endamtiya PKKyê hat girtin.
  • Bi cezayê heta hetayê yê girtîgehê hat cezakirin.
  • Berî Îmraliyê li girtîgeha Kandirayê dima.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst