Fetî Yildiz: Ez dê li ser navê MHPyê herim Îmraliyê

21-11-2025
RÛDAW
Nîşan MHP Komîsyona Pêvajoyê Fetî Yildiz Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Fetî Yildiz diyar kir ku li ser navê MHPyê ew dê here Îmraliyê.

Fetî Yildiz got, "Ez dê li ser navê MHPyê herim Îmraliyê.”

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî roja sêşemê gotibû, "Heke kes neçe, ez dê bi sê hevalên xwe re biçim Îmraliyê û ji hevdîtinê dudiliyê nakim."

Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş, beriya civîna Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê, bi kordînatorên partiyên siyasî re civiya.

Civîna Komîsyonê dest pê kiriye û di civînê de dê biryara ziyareta Îmraliyê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re bê gotûbêjkirin.

Di civîna li parlamentoyê de ji AK Partiyê Abdulhamît Gul, ji DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, ji MHPyê Fetî Yildiz, ji CHPyê Murat Emîr û ji Rêya Nû jî Bulent Kaya amade bûn.

Bahçelî: Ez dê biçim Îmraliyê

Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe de bal kişandibû ser ziyareta Komîsyonê ya ji bo Îmraliyê û got, "Komîsyon ketiye qonaxa dawî.

Piştî vê yekê, dibe ku heyeta ku dê biçe Îmraliyê jî bê diyarkirin.

Heke bi yek ji mixatabên sereke yên pêvajoyê re rasterast temas neyê danîn, dê encam çawa bê bidestxistin û bipêşketin çawa çêbibe?" û wiha domand:

"Heke ti kes nêzîkî vê ziyaretê nebe û her kes israr bike û xwe jê bidize, ez bi eşkereyî dibêjim.

Ez dê sê hevalên xwe bi xwe re bibim û ji çûna Îmraliyê û rûniştina rû bi rû ya li dora maseyê dudiliyê nakim.

Ez tiştê ku bêjim, bi mêranî û bi xwebawerî, li nav çavên mixatabê xwe dinêrim û dibêjim."

Yildiz: Ez dê li ser navê MHPyê biçim Îmraliyê

Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz jî beriya civîna Komîsyonê pirsên rojnamegeran bersivandin.

Yildiz got ku divê dengdana ji bo serdanê bi eşkereyî bê kirin û ew bawer dike ku dê biryara "erê" derkeve.

Nîqaşên li ser dengdanê

Hîn ne diyar e ka dê Komîsyona ji 51 endaman pêk tê ji bo serdana Îmraliyê dengdanê bike yan na.

Alîkarê Serokê MHPyê Fetî Yildiz diyar kir ku biryar dikare bi piraniya dengan bê standin.

Rayedarên AK Partiyê dibêjin ku ji bo serdanê hewce bi dengdanê nake.

Li gorî wan, komîsyon dê tenê Ocalan guhdar bike, çawa ku berê jî ji bo guhdarîkirina kesên din dengdan nehatiye kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst