DEM Partî: Berpirsên partiyên siyasî dê ji bo komîsyonê bicivin

23-06-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî Gulistan Kiliç Koçyîgît Komîsyon Pêvajoya Nû Parlamentoya Tirkiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê diyar kir ku ji bo pêkanîna komîsyona pêvajoya aştî û çareseriyê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş bangî hemû serokwekîlên partiyan kiriye ku bicivin.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît îro li Parlamentoya Tirkiyeyê derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê amaje bi şerê Îran û Îsraîlê kir û got her ku diçe şerên li Rojhilata Navîn rewşê aloztir dike û divê saziyên navdewletî di vê mijarê de berpirsiyariyê li xwe bigire.

Koçyîgîtê her wiha derbarê rojeva pêvajoya aştî û çareseriyê jî diyar kir ku serokwekîlên komên hemû partiyan dê sibe bicivin û ev yek ji aliyê Serokê Parlamentoyê ve hatiye plankirin.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê wiha got:

“Girêdayî komîsyona aştiya civakî û demokratîkbûnê daxwaza hevdîtinê heye.

Beriya her tiştî em ji vê daxwazê gelekî kêfxweş in. Beriya parlamento bikeve bêhnvedanê destpêkirina vî karî gelekî girîng e û divê berdewam bibe.

Ji bo komîsyonê reşnivîs û amadekariyên me hene. Ev amadekariya me zêdetir ji bo hevparî û alîkariya lihevkirinê ye.”

Beriya çend rojan Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihandibû ku ew amadehiyan dikin ku beriya bêhnvedanê dest bi karê komîsyonê bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst