Rûdaw şewata li Boluyê dişopîne: Çi bû û çi nebû?

22-01-2025
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Şahîdên bûyerê / Wêne: Ji dîmenan
Şahîdên bûyerê / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Şewata li Boluyê Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê
A+ A-

Bolu (Rûdaw) - Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand ku di şewata li Boluyê de 76 kes mirine.

Li parêzgeha Boluyê ya Tirkiyeyê li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê ya li Çiyayê Korogluyê doh sibehê derdora saet 03:30î agir bi oteleke geştiyariyê ya zivistanê ket.

Otela li Navenda Kaşûnê ya Kartalkayayê ku 45 km dûrî navenda bajarê Boluyê ye bû goristana 76 geştyaran.

“76 kes mirin”

Wezîrê Karên Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya got:

“Dilê min dişewite em nikarin êşa xwe terîf bikin. Mixabin 76 welatîyên me canê xwe ji dest da.

Cihê wan bihişt be em sersaxiyê ji bo malbatên wan dixwazin."

Kemal û Nêçîrvan du karmendên Kurd in û wan li oteleke din a li kêleka otela şewîtî kar dikir.

Wan di kêlîyên destpêka şewatê de çend kes rizgar kirine.

“Şeveke gelekî giran bû”

Karmendê otelê Kemal Yildiz ji Rûdawê re got:

“Şeveke gelekî mezin û giran bû, ji bîra min naçe. Hevalên min gazî min kir ez rabûm kes tuneubû.

Hemû kesî xwe bi merdîwenan de berdida, me ji wan re got bi merdîwenan de neyên.

Lê gelek hatin û piraniya wan mirin.”

“Min du zarok xilas kirin”

Karmendê otelê Nêçîrvan Oren jî got:

“Em hatin me got ka em çi bikin. Dawiyê min şepqeyê xwe şil kir danî û ez çûme hundirê qata yekem.

Çar kes hebûn, 2 ji wan zarok bûn. Min her du zarrok hildan û ji yên din re jî got li pey min werin.”

Li gorî şahidan, şewat derdora derdora saet 03:30î li beşa restoranê dest pê dike û di demeke kurt de belav dibe.

“Dilê me bi zarokan dişewitî lê me nezanî em çi bikin”

Şahidê şewatê Îslam Ozel jî got:

“Em ji dema şewatê ve li vir in. Hinek kesan xwe ji pencerê avêtin û hinek kes jî bi merdîwanan hatin xwarê.

Xelk gelekî şepîrze bû, dilê me bi zarokan dişewitî lê me nezanî em çi bikin.”

Piştî şewatê xwediyê otelê jî di nav de 9 kes hatin desteserkirin û derbarê bûyerê lêpirsineke berfireh berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst