Hewlêr (Rûdaw) - Kesên ku li Enqereya paytexta Tirkiyeyê di çalakiya bîranîna salvegera 10emîn a Komkujiya Sirûcê de hatibûn desteserkirin hatin berdan.
Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Hevdem ragihand ku 10 kesên di bîranîna Komkujiya Sirûcê de li Enqereyê hatibûn desteserkirin bi şertên kontrola dadî hatine berdan.
Rêxistinên ciwanan roja yekşema borî ji bo bîranîna 33 ciwanên ku di komkujiya Sirûcê de canê xwe ji dest dabû, li taxa Kizilayê ya Enqereyê xwest meşekê li dar bixin.
Polîsan rê li ber girseya ku ber bi Cadeya Ziya Gokalpê ve dimeşiya girt û xwest ku girse belav bibe.
Di navbera polîs û xwenîşanderan de alozî derket û 40 kes hatin desteserkirin.
Ji 40 kesên desteserkirî 22 li Birêvebiriya Ewlehiyê ya Enqereyê û 4 kes piştî îfadeyê ji aliyê dozger ve hatin berdan.
Şeva borî, 10 kes bi daxwaza girtinê û 4 kes jî bi daxwaza wergirtina tedbîrên dadî şandin dadgehê.
Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Çagdaş ragihand ku 4 kes di dema derxistina dadgehê de û 10 kes jî ji aliyê dadgehê ve bi şertên kontrola dadî hatine berdan.
Komkujiya Sirûcê
Nêzîkî 300 ciwanên ji Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) 20ê Tîrmeha 2015an, ji bo jinûveavakirina Kobaniyê li Navenda Çandê ya Amarayê ya li navçeya Sirûcê ya Rihayê kom bûn û daxuyaniyek da çapemeniyê.
Di dema daxuyaniyê de êrişeke xwekujî pêk hat.
Di encama teqînê de 33 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse