Tanrikulu: Tirkiye bi vî awayî nagihîje aştî û demokrasiyê

22-08-2025
RÛDAW
Nîşan Sezgîn Tanrikulu CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPyê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu, li pêşiya Girtîgeha Sîlîvriyê rexne li girtina şaredarên partiya xwe girt û got, “Tirkiye bi vî awayî ne digihîje aştiyê, ne demokrasiyê û ne jî edaletê."

Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikulu roja doh şaredarên girtî yên partiya xwe yên li Girtîgeha Marmarayê ya li Sîlîvriyê ziyaret kirin û piştî serdanê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Sezgîn Tanrikulu amaje bi siyasetmedarên CHPyê yên ku di çarçoveya stratejiya hilbijartinên şaredariyan a "Lihevkirina Bajaran" de ji ber hevpeymaniya bi DEM Partiyê re hatine girtin kir û ev yek wekî "nakokiyeke mezin" bi nav kir.

“Em behsa aştiyê dikin, li derve siyasetmedar tên girtin”

Tanrikulu bal kişand ser karên Komîsyona Parlamentoyê ya derbarê pêvajoya çareseriyê û got:

"Doh me li wê komîsyonê çi kir? Em li komîsyonê çi dikin?

Em dixebitin ku Kurd li Tirkiyeyê bêyî ku serî li çek û tundiyê bidin, di jiyana civakî û siyasî de cih bigirin. Armanca sereke ya komîsyonê ev e."

Tanrikulu pirsî, "Baş e, ev hevalên me çima di girtîgehê de ne?" û wiha pê de çû:

"Em li komîsyonê behsa pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê dikin lê li derve kesên ku siyasetê dikin tên girtin."

“Tenê ji ber tifaqeke siyasî hatine girtin”

Parlamenterê CHPê diyar kir ku di biryara girtina siyasetmedaran de wekî sedem "nûnertiya Kurdan kirine" hatiye nivîsandin û got:

"Gelo wan serî li tundûtîjiyê daye? Na. Îdiayeke terorê heye? Na. Tenê ji ber ku tifaqeke siyasî kirine hatine girtin."

“Dev ji vê endezyariya siyasî berdin”

Sezgîn Tanrikulu di dawiya axaftina xwe de rasterast bangî desthilatê kir û got:

"Ez careke din bangî AK Partiyê dikim. Dev ji vê endezyariya siyasî berdin.

Fermanên ku we dane darazê paşve bikşînin. Tirkiye bi vî awayî nagihîje ne aştiyê, ne demokrasiyê û ne jî edaletê.

Ew fermanberên ku li vir hatine erkdarkirin ne dadwer û ne jî dozger in. Ew li gorî rojeva we ya siyasî endezyariya darazê dikin. Dev ji vê yekê berdin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst