Parlamenterê DEM Partiyê: Heqareta li Şêx Seîd êrişa li dijî gelê Kurd e

22-09-2025
RÛDAW
Nîşan Şêx Seîd Serhat Eren
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren, bertekeke tund nîşanî heqaretên ku di bernameyeke li ser kanala YouTubeyê de li Şêx Seîd hatin kirin da û ragihand ku ev êriş ne tenê li dijî kesayetiyekê her wiha li dijî bi milyonan Kurd e.

Parlamenterê DEM Partiyê Serhat Eren îro li ser hesabê xwe yê Xê derbarê bernameya “Şerê Sar“peyamek belav kir.

Êrîşeke li dijî bi milyonan Kurd e`

Eren di peyama xwe de wiha got:

"Gotınên biçûkxistinê yên derheqê Şêx Seîd ku li kanala YouTubeyê ya bi navê Şerê Sar  hatine bikaranîn, ne tenê êrîşeke li dijî kesayetiyekê her wiha êrîşeke li dijî bi mîlyonan Kurdan e.

Bi navê 'mîzahê' reşkirina rêberên dîrokî yên vê axê ne aştiya civakî lê dijminatiyê zêde dike.

Şêx Seîd, Seyîd Riza û gelek nirxên din, rûmet û bîra berxwedanê ya gelê Kurd in.

Gelê Kurd doh jî li nirxên xwe xwedî derket îro jî derdikeve.

Derewên herî dirêj û berfireh ên dewleta Tirk, li ser reşkirin û înkarkirina rêberên Kurd hatine avakirin.

Êdî divê derew, înkar û dijminatiya 100 salî bi dawî bibe."

"Heqaret bû sedema nerazîbûnê"

Di bernameya navborî ya li ser kanala YouTubeyê de, darvekirina Şêx Seîd tê bibîranîn û gotinên heqaretê lê tên kirin.

Ev yek li ser medyaya civakî rastî bertekên tund hat û gelek bikarhêneran bangî saziyên pêwendîdar kir ku li hemberî van gotinan erkê xwe bi cih bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst