Li Îzmîrê 33 koçber hatin desteserkirin

22-11-2025
RÛDAW
Nîşan Koçber Îzmîr Qaçaxçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Îzmîrê ya Tirkiyeyê 33 koçber li beravên Deryaya Egeyê hatin desteserkirin.

Fermandariya Ewlehiyê ya Beravan a Tirkiyeyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li Deryaya Egeyê li beravên navçeya Foçayê ya Îzmîrê 33 koçber û 4 qaçaxçî hatine desteserkirin ku wan hewl dida bi awayekî qaçax derbasî Yunanistanê bibin.

Li gorî daxuyaniyê, piştî agahî hat ku koçber bi belemeke plastîkî bi rê ketine, li qada avî ya navçeya Foçayê ya li Deryaya Egeyê ji ber ku motora belemê têk çûye, koçberan alîkarî xwestiye.

Piştî ku tîm gihîştin cihê bûyerê, 33 koçber ku 3 ji wan zarok bûn, hatin rizgarkirin û 4 qaçaxçî jî hatin girtin.

Fermandariya Ewlehiyê ya Beravan a Tirkiyeyê anî ziman:

“Piştî rêbazên yasayî û kontrola tenduristiyê koçber radestî Birêvebiriya Koç û Koçberan a parêzgehê hatin kirin.”

Fermandariya Ewlehiyê ya Beravan a Tirkiyeyê bi amaran ragihand:

“Par tîmên fermandariyê 75 hezar û 785 caran dewriyeyên lêgerîn û rizgarkirina koçberan pêk anîne.

27 hezar û 98 koçber rizgar kirine û 305 koçberên birîndar derman kirine.

Her wiha di hewldana derbasbûna koçberan de 38 kes xeniqîne û 277 qaçaxçî jî hatine girtin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst