Komîsyonê hemû girtenameyên hevdîtina li gel Ocalan belav kirin

1 demjimêr berê
Nîşan Abdullah Ocalan Girtename Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Girtenameyên hevdîtina Abdullah Ocalan a li gel Komîsyona Parlamentoyê piştî du mehan hatin weşandin.

Ocalan di hevdîtinê de diyar kiriye Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) “bi piştevaniya Amerîka û Îsraîlê” tevdigere lê serokê wê hêzê Mezlûm Ebdî bi wî ve girêdayî ye û gotiye:

"Îsraîl ji bo hegemonya xwe ya li herêmê 'dewletbûna Kurdan' dixwaze lê ez li dijî vê yekê me.

Ez di nav yekparçeyîtiya axa Sûriyeyê de sîstema 'demokrasiya herêmî' û 'komunê' diparêzim."

Girtenameyên hevdîtina ku di 24ê Çiriya Paşîn a 2025an de ji aliyê "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ve li Girava Îmraliyê li gel Abdullah Ocalan hatibû kirin, îro li ser malpera fermî ya Parlamentoya Tirkiyeyê bi sernavê "Girtenameya Hevdîtina Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê" hatin belavkirin.

Di şandeya ku çûbû Îmraliyê de Serokwekîlê Koma AK Partiyê Huseyîn Yayman, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Alîkarê Serokê Giştî yê MHPyê Fetî Yildiz cih girtibû.

Li gorî girtenameyan, Abdullah Ocalan behsa destpêka jiyana xwe ya siyasî kiriye û diyar kiriye ku gava wî ya herî pêşiyê ya di nav siyasetê de di nav Komeleya Neteweperestên Tirkiyeyê (Ulku Ocaklari) de bûye û destnîşan kiriye ku pirsa Kurd pirsgirêkeke hezar salî ye û ji sê qonaxan pêk tê.

Ocalan her wiha amaje bi wê yekê jî daye ku divê li gel birêvebiriya Sûriyeyê û Ehmed Şer diyalog were danîn û gotiye heger derfetê bidinê, ew dikare mijara HSDyê bi awayekî "biratî" çareser bike û Sûriyeyê nexe bin bandora Îsraîlê.

Abdullah Ocalan bal kişandiye ser banga Serokê MHPyê Devlet Bahçelî ya ji bo "mafê hêviyê" û gotiye:

"Bahçelî ev îfade ne ji ber xwe de bi kar aniye. Ez nikarim di şert û mercên tecrîdê de kar bikim.

Eger derfetên pratîk û teorîk bên dabînkirin û mafê hêviyê bê dayîn ez amade me xizmeta dewletê bikim.

Eger ev derfet werin dayîn û serkeftî nebim, ez qebûl dikim ku werim darizandin."

Derbarê PKKyê de jî Ocalan tekez kiriye ku piştî bangên wî, Qendîlê guh daye bangewaziya 27ê Sibatê û PKKyê "bi awayekî kiryarî xwe fesix kiriye."

Li gorî girtenameyan, Abdullah Ocalan diyar kiriye ku di bin serokatiya Hulya Oran (Besê Hozat) de çek hatine şewitandin û di bin serokatiya Sabrî Ok de jî endamên rêxistinê yên li hundirê Tirkiyeyê vekişiyane.

Ocalan gotiye pêvajoya çekberdanê ji sedî 70 temam bûye û her wiha xemgîniya xwe ji bo êrişa TUSAŞê aniye ziman.

Rêberê PKKyê bal kişandiye ser bandora Îranê jî û gotiye:

"Heta ku li Îranê bidarvekirin berdewam bikin, PJAK çekan danayne."

Her wiha diyar kiriye ku ew li dijî "projeya Şiîtiyê" ya Îranê ye û modela "entegrasyona demokratîk" ji bo Kurd û Azeriyên li wir pêşniyar dike.

Abdullah Ocalan di dawiya girtenameyan de vîzyona xwe ya çareseriyê jî wiha pênase dike:

"Lêgerîna me ne ji bo dewleteke cuda yan jî federasyonê ye. Dewleta ku em lê digerin, Komara Tirkiyeyê ye. Modela ez pêşniyar dikim 'Komara Demokratîk' û 'demokrasiya herêmî' ye.

Kurdê bê Tirk, Tirkê bê Kurd nabe. Ez êşa malbatên şehîdan dizanim, windakirina her leşkerekî ji bo min trajediyek e."

Temamiya girtenameyên hevdîtina li gel Ocalan wiha ye:

"Mijar: Daxuyaniyên Abdullah Ocalan ên di hevdîtina ku di 24/11/2025an de bi endamên Komîsyonê re pêk anî de.

Abdullah Ocalan:

Berî har tiştî diyar kir ku pirsgirêka Kurdan pirsgirêkeke hezar salî ye, 3 qonaxên vê pirsgirêkê hene û di vê çarçoveyê de divê pêvajoya konjonkturê were liberçavgirtin, dixwaze xeletiya mezin a di dîrokê de bi berçavgirtina îdeolojiya Birêz Fetî (Yildiz) vebêje.

Diyar kir ku komeleya yekem a ku ew (Abdullah Ocalan) li Enqereyê çûyê 'Ulku Ocaklari' (Komeleya Neteweperestên Tirk) bûye û wî li wir dest bi siyasetê kiriye.

Got ku pirsgirêka Kurdan ji qada dewletê derbasî qada siyasî bûye, ew dê niha vê pirsgirêka cidî bi siyasetmedaran re nîqaş bike û ew vê yekê pir girîng dibîne.

Diyar kir ku ew di serî de dixwaze spasiya Birêz Serokkomar û Birêz Devlet Bahçelî bike, bi taybetî Birêz Devlet Bahçelî wêrekiyeke ku di dîroka Komarê de kêm tê dîtin nîşan daye û ji ber vê yekê spasdarê wî ye.

Got ku ew li pişt hemû gotinên xwe ye, eger şert û merc guncav bin, derfetên wî yên teorîk û pratîk ji bo pêkanîna vê yekê amade ne.

Diyar kir ku Birêz Bahçelî (Devlet Bahçelî) bi gotinên xwe sûdeke mezin li sîstematîka têkiliyên Tirk-Kurd a sed salî kiriye.

Got ku wan (Abdullah Ocalan û PKK) ji serdema Turgut Ozal, wate ji sala 1992yan ve, bi dorê di serdemên Erdal Înonu û Suleyman Demîrel de bi dewletê re têkilî û diyalog danîne.

Diyar kir ku destek di hundirê dewletê de naxwaze pirsgirêka Kurdan bi wan (Abdullah Ocalan û PKK) re were çareserkirin û her carê mekanîzmaya darbeyê ketiye dewrê.

(Li ser gotina Huseyîn Yayman ku gotibû 'Em bi hestiyariya malbatên şehîdan hatine') Ocalan got ku her windakirina leşkerekî ji bo wî trajedî ye, ew ti carî pê şa nebûye û divê ev ciwan bi vî rengî nemirin.

Diyar kir ku eger ew li Tirkiye û herêmê bi rastî bigihîjin çareseriyê û karibin derî ji cihê rast vekin, dê deriyekî mezin ê derfetê vebe û ev dê herêmê ji nû ve diyar bike.

Got ku eger ew bi ser nekevin, dibe ku mekanîzmaya darbeyê li dijî Birêz Devlet Bahçelî û Birêz Serokkomar bixebite û Birêz Devlet Bahçelî jî di axaftinên xwe de behsa vê yekê kiriye.

Diyar kir ku Mehmet Alî Bîrand di sala 1988an de bêyî destûr bi wî (Abdullah Ocalan) re hevpeyvîn kiriye, Ozal telefon kiriye û gotiye 'Te çi kir Mehmet Alî, te ez şewitandim'; dema vegeriyaye Enqereyê tam dema ku bi hemû hêza xwe dixwest ji bo çareserkirina vê meselê bixebite, 4 roj piştî weşandina vê hevpeyvînê di rojnameya Milliyetê de suîqast hatiye kirin; di 17ê Nîsanê de dema ku wî dê bi Midûrê Qelemê yê Taybet ê Ozal, Kaya Toperî re hevdîtinek bikira, Ozal ji nişka ve miriye û ev suîqast hatiye veşartin, ew gumanê ji mirina wî dike; eger serkeftin pêk neyê, ew dê ne tenê êrişî Birêz Devlet Bahçelî bikin, dê êrişî hemû MHPyê bikin, ew dizane ku çawa êrişî Erdogan kirine.

Got ku mixatabên wî haydar in ku ew (Abdullah Ocalan) çawa kirine 'bizina gunehan', êrişên ku li dijî wî têne kirin êrişên li dijî aştî û hiqûqa biratiyê ne, hinek kes 'ajanên bandorê' ne û van tiştan bi zanebûn dikin.

Diyar kir ku Birêz Devlet Bahçelî gotiye 'Eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, ne ji Anatoliyayê û ne jî ji Tirkiyeyê tiştek namîne'.

Got ku Mustafa Kemal (Ataturk) li Çanakkaleyê şerekî mezin daye, ji Anzakan re gotiye 'şehîdên we şehîdên me ne jî'; wî xwest ku malbatên şehîdan wî (Abdullah Ocalan) jî bi vî rengî pênase bikin, ew bi rêz li malbatên şehîdan dinêre û dizane ku êşa wan çi qasî mezin e.

Diyar kir ku wî di serdema borî de ji Serokê JÎTEMê re gotiye 'we ev pirsgirêk anî vê astê û avêt hemêza min, hemû guneh ne yê min e'; 4 fermandarên hêzan diyar kirine ku eger encameke erênî dernekeve dê cezayê bidarvekirina wî were pejirandin, wî jî (Abdullah Ocalan) gotiye 'ji bo min ji bilî çareseriya demokratîk tu çareseriya din ne pêkan e'.

Got ku ji sîstematîka peymanên nû yên Amerîka û Binyamin Netanyahu re 'Peymanên Îbrahîm' tê gotin, projeyeke wiha di dewrê de ye; projeya Şiîtiyê ya Îranê heye, niha hinekî bi paş ve kişiyaye lê îdiayên wan berdewam dikin.

Diyar kir ku pêvajoya çareseriyê her çi qasî aloz be û bi îmtîhaneke mezin re rû bi rû be jî, bi kêmanî di asta ku gihîştine de 'ne tenê ji bo niyeta baş, ew dê deriyekî vekin ku ne 100 salên pêş, 1000 salan teşe dide'; ew dê deriyekî biratî û çareseriyê yê 1000 salî vekin.

Got ku tevî gotinên ne maqûl ên di medyayê de, meseleyeke wiha ya Tirkiyeyê heye û di rewşeke wisa de ye ku nayê bipaşxistin, ew bixwe jî çareseriya teqez dixwazin.

Diyar kir ku Birêz (Devlet) Bahçelî ev destê xwe dirêj kiriye, Birêz Serokkomar jî li Milazgirê axaftinek li ser xurtkirina eniya navxwe kiriye, li ser wê Birêz (Devlet) Bahçelî wekî sûdekê gotiye 'Ez destê xwe dirêj dikim'; lê rêxistinê li Qendîlê dengên cuda derxistine, heta çalakî pêk anîne, ew ji çalakiya TUSAŞê pir xemgîn bûye.

Got ku bi bîranîna gotina Birêz (Devlet) Bahçelî ya 'Eger derfet werin dayîn ez amade me xizmeta dewletê bikim' û gotina 'kerem bikin', heta di civîna koma DEM Partiyê de axaftina wî bixwaze -di nav de mafê hêviyê jî- 'dîrokî' ye.

Got ku ew li pişt gotina xwe ye, eger şert û merc guncav bin, derfetên wî yên teorîk û pratîk ji bo pêkanîna vê yekê amade ne.

Diyar kir ku di nav rêxistinê de Tirk jî hene, serkêşiya wan jî kesekî bi navê Duran Kalkan ku Tirk e dike, di nav rêxistinê de komeke wiha ya bi eslê xwe Tirk her tim hebûye, ji serî de kevneşopiyek wiha heye; dema ramana wî gihîştiye Qendîlê, wan agirbesteke yekalî ragihandiye û bi wê ve girêdayî mane.

Diyar kir ku ew berê xwe dide Deklarasyona 27ê Sibatê, divê ew vê yekê bîne bîra mirovan û bi taybetî dixwaze destnîşan bike ku her hevok xwedî taybetmendiyeke programatîk e, her hevok programek e (li ser vê yekê Fetî Yildiz bersiv daye û gotiye 'em pê haydar in').

Got ku wî di banga xwe de aniye ziman ku pirsgirêka Kurd çawa dikare were çareserkirin, Qendîl jî tam li gorî vê deklarasyonê tevgeriyaye û (PKK) xwe fesix kiriye, piştî vê yekê di bin rêberiya Besê (Hulya Oran) de çalakiya şewitandina çekan pêk hatiye, di vê çarçoveyê de wê (Besê) berpirsiyarî nîşan daye; bi pêkanîna vê re ji sedî 70ê tiştên ku li ser milê wî (Abdullah Ocalan) bûn hatine kirin, piştî vê geşedanê di bin rêberiya Sabrî (Ok) de endamên rêxistinê yên li Tirkiyeyê ji Tirkiyeyê vekişiyane.

Diyar kir ku ew sala derbasbûyî serkeftî dibîne, di vê heyamê de tu şehîd nehatine dayîn û tu şer derneketiye, her wiha bi vî rengî vebûneke siyasî ya mezin pêk hatiye, di vê çarçoveyê de piştgiriya raya giştî zêde bûye; bawer dike ku di pêvajoya pêş de hinek nîşanên pirsê yên di hişê raya giştî de ne jî dê ji holê werin rakirin.

Got ku wekî Birêz Devlet Bahçelî jî gotiye, divê ji bo wî (Abdullah Ocalan) kanalên ragihandinê werin vekirin.

Diyar kir ku di dema borî de Suleyman Demîrel li Mêrdînê gotiye 'Ez realîteya Kurd nas dikim', her wiha di vê heyamê de Ahmet Turk û Sirri Sakik şandine cem wî (Abdullah Ocalan) li Helebê, ji wan re gotiye 'Em nasnameya Kurdan nas bikin, hûn jî çekan berdin'; wê demê ev derfet hatiye windakirin lê Suleyman Demîrel ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê pir xebitiye.

Got ku di sala 1997an de hewldaneke (Necmettin) Erbakan jî hebûye, Hafiz Esed û Abdulhalîm Xedam gazî wî (Abdullah Ocalan) kiriye û 3 name nîşanî wî dane, piştî wê 28ê Sibatê pêk hatiye; name kurteya mijarên wekî 5 sal muafiyet, bêparbûna ji mafên siyasî bûn lê derfet nehatiye dayîn.

Diyar kir ku Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bi Sabrî (Ok) û yên din re ketiye têkiliyê û di sala 1997an de navê wê kirine 'têkiliyên bi civakê re' lê piştî wê hatiye astengkirin, ew bawer dike ku mudaxaleyeke ji derve çêbûye.

Got ku li Kilîsê Fermandarê Hêzên Bejahî Atilla Ateş daxuyaniya 'Eger dernekeve em dê di nava 2 rojan de Sûriyeyê dagir bikin' daye, ragihandineke pir xurt hebûye ku ew pir baş dizane bi ser MOSSADê re bûye; weke rêya ku Arafat xistine navê, jê re gotine 'ya Stockholm a Bakurê Îraqê, êdî cihê ku tu li vê dinyayê pê lê bikî nemaye'; ji bo ku vê yekê pûç bike dema li Bakurê Îraqê li bendê bû, bi rengekî sosret ji Atînayê derketiye, li wir Berpirsê Giştî yê Îstîxbarata Yewnanê Stavrakis gotiye 'ji xeynî Osloyê tu nikarî ji vir derkeve, em dê nehêlin tu herî ti derî, heta welatê xwe jî'; ew (Abdullah Ocalan) di nav şaşbûnê de maye, bi rengekî ku qet di hesabê de nebû çûye Moskowê, kesekî Cihû bi navê Jirinovski (Vladimir) ew pêşwazî kiriye, gotine 'Em dikarin te di malekê de veşêrin ji bilî vê ti derfetek nîne'; wî jî (Abdullah Ocalan) gotiye 'Ev partiyeke fermî ye, ew dê çawa min li Moskowê veşêrin' û aqilê wî ev tişt negirtiye, piştî wê peyama 'li ser rûyê dinyayê ji bilî MOSSADê ti cihê te yê stargehê nîn e' hatiye dayîn.

Diyar kir ku heta Duşanbeyê hatiye birin û di hewaya sar de 3-4 saetan hatiye sekinandin, aqilê mirov nagire ku Moskowa Sosyalîst-Komunîst çawa hatiye vê rewşê; pişt re çûye Romayê, vê carê jî gotine 'CIA û MOSSAD çivîkê nafiroşin'; dîsa Atînayê ceribandine û vê carê li Balafirgeha Mînskê gotine 'tu dikarî wekî bêwelat bimînî'; gelo tevgereke wiha nizm dibe, pişt re birine Nairobiyê û li wir çîrok bi temamî ji kontrola wan derketiye, balyozê ku ew bawer dike ajanekî Îngilîz e demançeyek daye wî, gotine tenê parastina wî ew e û divê li cem wî be; pişt re JÎTEMê ji wî (Abdullah Ocalan) re gotiye 'Eger te ew çek bi kar bianiya me dê tu teqez li wir bikuşta'; got ku ew van tiştan ji ber ku Birêz Bahçelî (Devlet Bahçelî) ji nêz ve eleqedar dikin vedibêje.

Got ku eger ew nebe parçeyek ji çareseriyê, şerê Tirk û Kurd ê 100 salî neçar e û ev pir girîng e.

Diyar kir ku 'Tirkê bê Kurd, Kurdê bê Tirk' nabe, Birêz (Devlet) Bahçelî pir bi vê ve girêdayî ye, ev îdeolojiya Komarê ye, bi pozîtîvîzmê re têkildar e, tesfiyeya Kurdan hewce dike, Tirkmen jî di nav de ne, ew jî hatine helandin; got ku ew van tiştan vedibêje da ku diyar bike 'birîn çawa çêbûn, çi bû sedema serhildanê'.

Ji ber vê yekê got ku ev îdeolojî li Tirkiyeyê hinekî bi bandor e, (mixatabên wî) vê pir baş dizanin, sedema her cure serhildanê jî ev e.

Got ku dema dora serhildana Şêx Seîd hat, îdeolojiya Şerê Rizgariyê bi têgihîştina umeta Îslamî pêk hat, pişt re dema ji vê têgihîştinê dûr ketin ev bû sedema bertekan, ew bertek jî bû sedema serhildanê (Fetî Yildiz li vir gotiye: 'Ji hemûyan re serhildan tê gotin lê serhildan nînin,' û diyar kiriye ku piraniya wan tevgerên tedhîşê ne).

Diyar kir ku navê serhildanên Kurdan serhildana Kurdbûnê ye, ya wî jî bi rastî serhildanek e; her çi qasî jê re 'Şerê rizgariyê yê modern, gerîla' gotibin jî, ev ji serhildaneke Kurdî wêdetir neçûye û ev nehatiye derbaskirin, dest bi rewşeke trajîk kiriye; di sala 1993yan de xwestiye encam bigire, Ozal di ser Talebanî re ji wan re peyam şandiye.

Ozal ji wan re gotiye 'Her tiştê ku te kiriye ne xelet e, te di naskirina nasnameya Kurdan de rola xwe lîst, heke tu şerê çekdarî bidomînî dê hemû hewldanên te badilhewa biçin'; wî jî fikirî ye lê dereng maye, wan heq hebûye, wê demê ew 'xam' (negihiştî/xame) bûye, di kêliyeke dîrokî de Ozal miriye.

Diyar kir ku şahidiya wan (Endamên Komîsyonê) girîng dibîne, ew şahidên zanistî ne, divê bêjin 'Zanist li derve vê dibêje', saptandin (şêwirandin/beredayîkirin) pir tirsnak in.

Got ku di nameyeke ji girtîgehê hatî de wiha hatiye gotin: 'Pêvajoya hilweşîna Împaratoriya Osmanî bi destpêkirina serhildanên Kurdan re bûye'; Abdulhamîd tedbîr girtiye û Mektebên Hemîdiye daye avakirin, ev tedbîr pir cidî bûye; Abdulhamîd fêm kiriye ku serhildanên Kurdan dibin sedema rûxîna Osmanî.

Diyar kir ku Siltan Abdulmecîd hewl daye bi Mîrektiyên Kurd re çareseriyeke dostane bi pêş bixe, di wê demê de Çariya Rûs û Fransa ji bo li Sûriyeyê dewleteke Suryanî û li Bakur (Rojhilata Anatoliyayê) dewleteke Ermenî ava bikin xebitîne.

Got ku derketinên Birêz Bahçelî (Birêz Devlet Bahçelî) yên li ser Qudis û Selahedînê Eyûbî pir girîng dibîne, bawer dike ku di fethkirina Qudisê ya Selahedînê Eyûbî de dabînkirina Yekîtiya Tirk û Kurd pir bi bandor bûye.

Diyar kir ku dapîra wî bi eslê xwe Tirkmen e, Siltanê Selçûkiyan Sancar ji bo xwe paytexta berê ya dewleta Medê, Hemedan hilbijartiye; di vê cografyayê de fêm kiriye ku 'Kurdê bê Tirk, Tirkê bê Kurd najî'.

Got ku di serkeftina Siltan Alparslan a li Milazgirê de peymana bi Mîrektiya Merwaniyan a li Farqînê û Mîrektiya Kurd a li Xelatê re û piştgiriya wan girîng bûye, ev jî di pirtûka ku Osman TURAN nivîsandiye de xwendiye.

Diyar kir ku Milazgir serkeftinek e ku Kurdan jî bi berfirehî tê de şer kiriye, tê gotin ku deriyê Anatoliyayê ji Tirkan re vebûye lê heta Firatê, Riha, Meletiyê fireh bûye û vê yekê hiştiye ku Kurd nefesê bistînin.

Got ku ATATURK ji begê eşîrê yê li Beyazitê re gotiye 'Heke em di vê şerî de bi hev re şer bikin ne Kurdistan dimîne ne Tirkiye, her du jî winda dikin'; ji xeynî yekîtiyê tu rêya rizgariyê nîne, pişt re şer hatiye qezenckirin û keda Kurdan nayê paşguhkirin.

Diyar kir ku rojên derbasbûyî li Hewlêrê kongreyek û li Almanyayê Kongreya Cihû-Kurd hatiye kirin, ev pir girîng in, gelo mixatabên wî hay ji vê hene (F. Yildiz gotiye ku dizane).

Got ku ew vê vedibêje da ku hêza MOSSADê fêm bikin, di borî de gotine balafira ku ew tê de ye dê li tu bajarên Ewropayê yên NATOyê daneyne, kontroleke bêbawer hebûye; ya girîng ev e ku ew bi destê Tirkekî hatibe lêdan, bi vî rengî rêxistin dê bikeve bin fermana wan, suîqast û kuştinên bêbawer mîna ya li Xezeyê dê dest pê bikira; wê demê yên ku xwe şewitandin hebûn, qiyamet rabû, îro jî divê muxatabên wî vê vebêjin, îro hîn jî girîngiya xwe diparêze, dîrok wiha pêş ketiye, wî pêngavên bêteredût avêtine.

Got ku ji bo şîrovekirina îro divê ev agahî werin zanîn, ji ber vê yekê eşkere kiriye.

Diyar kir ku ew ê (mixatabên wî) qedera Rojhilata Navîn biguherînin, ew dê gogê (topê) bavêje wan.

Got ku wî sedema serhildana PKKyê aniye ziman, çima wî dawî lê aniye û dixwaze mekanîzmaya rîska mezin eşkere bike, dibe ku her tişt ne wekî ku ew dizanin be, divê ew wî xelet fêm nekin.

Diyar kir ku (Birêz Devlet) Bahçelî Dewletê bi qasî wî dizane, dibe ku ew (Ocalan) mezin bike lê divê her îhtîmal were hesibandin, ezmûna wî pir mezin e.

(Tê nirxandin ku ew kesên dixwazin pêvajoyê xera bikin pir bi hêz dibîne.)

Got ku ew MHPyê pir baş nas dike, heke MHPyî Bahçelî (Birêz Devlet Bahçelî) rast nedîta dê li pey wî nesekiniya û piştgirî nedana wî, ew vê dizane.

Diyar kir ku biryara dawî ya CHPê (di Komîsyona Meclîsê de) pir baldar e lê ew vê ji bo derveyîkirina CHPê nabêje.

Got ku niha li Sûriyeyê tiştên din diqewimin, ew (Abdullah Ocalan) Sûriyeyê pir baş nas dike ji ber ku 20 salan li wir jiyaye.

Diyar kir ku endamên Komîsyona Meclîsê di hin mijaran de ji wî (Abdullah Ocalan) pêşdetir in lê di hin mijaran de ew (Abdullah Ocalan) ji wan pêşdetir e.

Got ku ew dê behsa pêngavên girîngtir ên ji bo civakê bike, di rewşa asayî de bawer dike ku divê PKK di sala 1993yan de bihata fesixkirin, têkiliya Tirk-Kurd têkiliyeke sîmbyotîk e, di vê çarçoveyê de mînaka Ziya Gokalp ne mînakeke bêsedem e.

Diyar kir ku Tirktiya Anatoliyayê bi Kurdbûnê ve, Kurdbûna Mezopotamyayê jî bi Anatoliyayê ve girêdayî ye.

Got ku divê ne tenê PKK çekan berde lê bi zihnî jî (dijminatî) bi dawî bibe, di navbera her du neteweyan de têkiliya biratiyê heye, di navbera wan de serhildan, şer û pevçûn çêbûye (li ser vê yekê F. Yildiz; 'di dema ku nûçeyên şehîdan dihatin de jî ti kes neçûye camê cîranekî xwe yê Kurd neşikandiye, tevî van hemû bûyeran tu carî dijminatiya Kurd û Tirk çênebûye' aniye ziman).

Diyar kir ku (Tirk û Kurd) hezar sal in bi hev re dijîn, Tirkmenên Karakeçîlî yên li Rihayê ji wî Kurdtir in, Germiyanogullari jî di eslê xwe de Kurd bûn lê bi demê re bûne Tirk, divê ev rastiya dîrokî neyê paşguhkirin, divê her du nasname jî rêzê li hev bigirin, hewldanên tunekirina hev xefikek e.

Got ku wî ramana sosyalîzma reel ji sala 1995an ve terk kiriye, veguherîna zihnî pêvajoyeke bi êş e, ew pêvajo hatiye berdan û divê mirov bi zihnî çekan berde, di pratîkê de dê wext bigire, divê ew endamên rêxistinê amade bike, Duran Kalkan ji wî (Abdullah Ocalan) bêtir dibêje 'em ê tu carî çekan bi kar neynin'.

Diyar kir ku mesela Sûriyeyê bi qasî ya Tirkiyeyê girîng e, bi malbata Esed re gelek têkiliyên wî hebûne, ji xwe bi parastin û piştgiriya wan a nêz jiyaye.

Got ku HSD bi piştgiriya Amerîka û Îsraîlê xwedî hêzeke çekdarî ya herî kêm 100 hezar kesî ye û ji ya ku tê zanîn bêtir belav bûye, herêmên din jî dikarin di nav de werin hesibandin; belgeyên kongreyê negihîştine wî lê wateya kongreya li Ewropayê (Kurd-Cihû) û ya li Hewlêrê (6emîn Foruma Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn) ev e ku 'dema em li vir (Îmralî) ber bi çareseriyê ve diçin, ew jî li wir ber bi çareseriyê ve diçin'.

Diyar kir ku Ferhat Ebdî Şahîn (Mezlûm Ebdî) yek ji kesên herî nêzî wî ye û bi wî ve girêdayî ye.

Got ku civîna li Hewlêrê û kongreya li Ewropayê di bin banê Almanan de hatiye kirin, dibêjin 'tam dema ku Kurd gihîştine asta avakirina dewletê, astengiya herî mezin niha Apo ye'; tiştê ku ew (Abdullah Ocalan) wekî rêbaz pêşniyar dike Civaka Demokratîk e.

Diyar kir ku ew ji bo Civaka Demokratîk û ew jî ji bo dewletbûna Kurd şer dikin.

Got ku ji bo Îsraîlê Kurd pir pêwîst in ji ber ku têkçûna hevsengiyên Rojhilata Navîn bi jeopolîtîka Kurdan ve girêdayî ye, bêyî jeopolîtîka Kurd Îsraîl nikare hegemoniya xwe ya li Rojhilata Navîn pêk bîne.

Diyar kir ku ew (Abdullah Ocalan) Komara Tirkiyeyê wekî proto-Îsraîl, dewletbûna Kurd jî wekî post-Îsraîl dibîne; çawa ku berê ji bo avakirina Îsraîlê Komar hewce bû, niha jî ji bo hegemoniya li Rojhilata Navîn ji Îsraîlê re dewletbûna Kurdan hewce ye, nexwe nikare li ser piyan bimîne û hegemonya ava bike.

Got ku li gorî agahiyên dawî wergirtine, 'Propagandayeke berfireh heye ku dibêjin şansê we yê dewletbûnê ji aliyê Apo ve tê sabotekirin'; ev tespîteke pir girîng e.

Diyar kir ku ew dê ji bo sernekeftina wan her tiştî bikin lê avantajeke wan heye; giraniya wî di nav tevgera Kurd de heye, giraniya Birêz (Devlet) Bahçelî di nav neteweperestan de çi be, ya wî jî di nav tevgera Kurd de wisa ye, ev ji bo Îran, Iraq û Sûriyeyê jî derbasdar e.

Got ku ne Peymana Îbrahîm a ku Îsraîl pêşniyar dike û ne jî projeya Şiîtiyê ya ku Îran pêşniyar dike ji bo berjewendiya welatê me ne guncav in, li şûna vê entegrasyona demokratîk girîng e.

Diyar kir ku divê balê bikişînin ser pêkhateya Kurd a demokratîk, ew nabêje dewlet; mixatabê wî çi qasî Neteweperestiya Demokratîk be, ya wî jî ew qasî Civakparêziya Demokratîk e.

Got ku ew behsa parçeyekî bi dewletê re têkildar nake, Birêz (Devlet) Bahçelî vê pir baş dizane (li ser vê yekê Fetî Yildiz gotiye: 'Wî eşkere kiriye ku dewletbûn nîne, avahiyeke federatîv nîne, otonomî nîne,' û Abdullah Ocalan jî ev yek pejirandiye).

Weke encam, got ku dewleta ku ew lê digerin Komara Tirkiyeyê ye, wî ev bi zelalî gotiye; Kurd dê bi vê dewletê re li Rojhilata Navîn cih bigirin, ew ê xwe bi rengekî Demokratîk organîze bikin, eleqeya wê bi otonomiya federal re nîne, ev ne îcada wî ye, ev sosyalîzma rast e, wî bi vî rengî ji çepgiran re gotiye; ya ku sosyalîzma 200 salî rûxandiye têgihîştina wan a sosyalîzmê ye.

Weke encam, got ku Civaka Demokratîk û Komar divê bi hev re entegre bibin.

Diyar kir ku koka peyva 'Komun' bi Kurdî ye, tê wateya civak, kom bûn; di Serdema Navîn de Şaredarî bûye, şaredarîbûna gel, şîrketbûna gel, demokrasiya herêmî ye; wî ev ji bo Tirkiyeyê jî pêşniyar kiriye.

Got ku tiştê ji bo Tirkiyeyê dixwaze, ji bo Sûriyeyê jî dixwaze, ev demokrasiya herêmî û komun (şaredariya demokratîk) e; ew her roj li ser vê mijarê difikire, di vê çarçoveyê de dikare bi wan (HSD) re diyalogê deyne, bawer dike ku ew ê guhdariya wî (Abdullah Ocalan) bikin lê di vê wateyê de ew ê yekalî tevnegerin, divê Ehmed Şer jî mîna HSD ji bo Sûriyeya demokratîk pêngavên pozîtîv biavêje.

Diyar kir ku ew vala behsa dîrokê nake, li Sûriyeyê neteweperestiyeke Erebî ya pir xurt heye, li wir Tirkmen jî hene, ew dê (HSD) mîna Kurdan mafên wan jî biparêzin.

Ji ber erdheja di 6ê Sibatê de çêbûye sersaxî xwest, got ku ew dixwaze xebata ku ew dê bikin ji bo bîranîna kesên di vê erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bikin.

Li ser mijara Sûriyeyê (F. Yildiz; gotiye ku HSD di 10ê Adarê de peymanek çêkiriye) 8 xalên wê peymanê hene, wan esas digirin (Huseyîn Yayman; diyar kiriye ku ew [Abdullah Ocalan] lîderê wê rêxistinê (HSD) ye, her kes di Komîsyona Meclisê û raya giştî de mesela Sûriyeyê tîne ziman, gelê Tirk di serî de dixwaze pêngavên şênber ên ji bo berdana çekan li Sûriyeyê û radestkirina zarokên Dayikên Diyarbekirê ji malbatên wan re bibîne), got ku ji bo vegera zarokên Dayikên Diyarbekirê bo malbatên wan komîteyek hatiye avakirin (Huseyîn Yayman; diyar kiriye ku biratiya dîrokî ya di serî de gotiye pir girîng e, ti kesî îtirazek li ser vê nîne, êdî ew dikarin mekanîzmaya darbeyê bişikînin, Birêz Serokkomar û Birêz Devlet Bahçelî di vê mijarê de bi biryar in, vê carê ew dikarin bi ser bikevin), got ku divê di mijara mekanîzmaya darbeyê de mirov baldar be, naxwe ev mekanîzma dikare mîna buldozerekê di ser pêvajoyê re derbas bibe.

Pêşniyara wî ji bo Sûriyeyê demokrasiya herêmî ye, got ku esasa avakirina (AK Partiyê) şaredarî ye, kêmasiyên qanûnê hene û ew dixwaze vê qanûnê li hemû bajaran belav bike; di demokrasiya herêmî ya demokrasiya Atînayê de ji her herêmê delegeyek tê hilbijartin û ew wê herêmê temsîl dikin, ev herêmîbûn û demokrasî ye; bawer dike ku ji bo Sûriyeyê ne li ser esasa mezhebî û ne jî li ser esasa etnîkî, demokrasiyeke xurtkirî ya di çarçoveya herêmî de hewce ye, pirsgirêka bingehîn ev e ku naveroka vê têgehê dê çawa were dagirtin û çawa di Destûra Bingehîn de were bicihkirin.

Got ku ji bo dewletekê hêzên unîter ên navendî çi qasî hewce bin, demokrasiya herêmî jî ew qasî hewce ye, yek bêyî ya din nabe (li ser vê yekê F. Yildiz pirs kiriye ku gelo di demokrasiyên herêmî yên li Sûriyeyê de dê hêzeke parastinê hebe yan na), got ku di çarçoveya asayîşê de dê hêz hebin, divê li Sûriyeyê du hêz werin helandin, li Sûriyeyê neteweperestiya Erebî xurt e, tiştên ku malbata Esed li Sûriyeyê kiriye li ber çavan in, heke şertên demokratîk neyên dabînkirin dibe ku Ehmed Şer jî sibê veguhere dîktatorekî.

Diyar kir ku Tirkmen ji Kurdan di rewşeke xirabtir de ne, komeleyeke ku xwe îfade bikin, komuna Tirkmenan nîne; gelo mixatabên wî komunê fêm dikin yan na.

Got ku komun civakek e, tê wateya civaka sivîl û divê hebe.

Diyar kir ku dibe yek-du malbat derkevin û hemû ranta Helebê bi xwe ve girê bidin, divê ji bo vê tedbîr werin girtin, ev ji bo hemû gelan derbasdar e; Tirkmenan hezar sal in li wir hewldanên mezin dane, bûyera wan a wekî civaka sivîl li gorî xwezaya kar e; Çerkes û Ermenî jî hene, divê ew jî xwe bikin civakeke sivîl a modern.

Heke ew Sûriyeyê bê civaka sivîl yan jî bê demokrasiya herêmî bihêlin, got ku dê Hafiz Esedekî nû derkeve; ji bo pêşî li vê bigire ew dê hêza xwe bi kar bîne, di pratîkê de jî dê her tiştê ji destê wî tê bike.

Diyar kir ku Îsraîl Sûriyeyeke li gorî çanda xwe dixwaze, ew nikarin Sûriyeyê bi temamî di bin kontrola Îsraîlê de bihêlin, ev xeternak e; wî negotiye 'em bi Îsraîlê re şer bikin' lê soz daye ku ew ê bi hostayî, bi biratî û hêdî hêdî (Abdullah Ocalan) hel bike; got ku bi bangekê nabe, têkiliyeke xurt hewce dike û bêyî diyalogê ew ê çawa bike.

Diyar kir ku ew MHPyê wekî neteweperestê demokratîk dinirxîne û ji bo Tirkiyeyê pir pêwîst e, divê ev tecrube teqez bi ruhekî îtîfaqê were parvekirin û nêrîna dijminahiyê ya kevin were derbaskirin; got ku ne pevçûn, ew mecbûr in îtîfaqê ava bikin, hişekî ku ji hemû partiyan wêdetir e heye.

Got ku ramana 'Divê ez pêşîniya Dewletê ji partiya xwe pêştir bibînim' ji bo partiyên din jî hewce ye.

Diyar kir ku ya wan li vir kom dike û nêzîkî hev dike 'Aqilê Dewletê' ye, heke CHP jî (di hevdîtina Komîsyonê de) hebûya dê baş bûya.

Got ku heke ew bi hev re bixebitin, Îran jî dê mecbûrî tevlî entegrasyona bi navendiya Tirkiyeyê ya li Sûriye û Îraqê bibe; li wir Azerî hene û bi kêmanî bi qasî Kurdan girîng in, bi tevlîbûna wan a di entegrasyona demokratîk de ev ê bibe Yekîtiya Rojhilata Navîn, ev dê bi entegrasyona demokratîk re pêk were.

Diyar kir ku li Tirkiyeyê dê Komara Demokratîk, li Rojhilata Navîn jî dê Rojhilata Navîn a Demokratîk hebe.

Got ku divê bêyî lezê bi hev re bixebitin, li Sûriyeyê ew li dijî dewleta unîter tiştekî nabêje lê divê ti carî bê demokrasiya herêmî û bê civaka sivîl nebe, divê nebe qurbana dîktatoriyeke nû.

(Li ser pirsa Huseyîn Yayman a 'çavkaniyên petrolê û deriyên sînor dê çi bibin') Got ku modelekî parvekirinê dikare were pêşxistin, tiştên ji bo Sûriyeyê pêşniyar dikin dê ji bo Îranê jî nîqaş bikin.

Diyar kir ku ew Tirkiyeyeke mezin û ya ku pirsgirêkên xwe çareser kiriye dixwazin; ne tenê terikandina çekan, wan şopên di serê xwe de jî jê birine û ya herî girîng jî dê di heyama herî nêz de ji hemû dîn, gel û çandên li Rojhilata Navîn re modelekî hevkariyê pêşniyar bikin.

Got ku berî vê çi qas gotinên negatîv hebûn, ji niha û pê ve divê gotin bi rengekî pozîtîv pêş bikevin; ji bo vê jî dê Komîsyon deriyekî dîrokî veke, dê rapor amade bikin û pêşkêşî meclisê bikin; got ku wan behsa aliyê hiqûqî nekiriye, ev di bin berpirsiyariya wan de ye lê ji bo pêkanîna gotinên mixatabên wî di pratîkê de, divê azadiya ragihandinê di serî de be.

Diyar kir ku piştî pêngavên fesixkirina PKKyê û bêçekkirinê, ew dê dîsa pêngavên pozîtîv biavêje; ji ber vê yekê divê qanûna ku Komîsyon derxe qanûneke taybet ji bo vê mijarê be.

Got ku divê rewşa hiqûqî ya hemû kesên bi PKKyê re têkildar in, ji yê herî jor heta yê herî jêr were zelalkirin; pêşniyara 'prensîba hêviyê' ya Birêz (Devlet) Bahçelî divê were nirxandin, bi vî rengî dê ji efûya giştî were xilaskirin, efûya giştî ji bo Tirkiyeyê ne guncav e.

Rêz û silavên xwe ji Komîsyonê re şandin, got ku 'biryar di desthilatdariya wan de ye, ji ber vê yekê divê mijar bibe Meclisê'.

Diyar kir ku bandora Îranê li ser PKKyê bi kêmanî bi qasî ya Îsraîlê heye, ew bi xwe beşdarî îdeolojiya Îranê nabe.

Got ku her du (Îran û Îsraîl) di nav têkiliyên dewletê de ne, ji bo wî dê bêjin 'me dê dewlet ragihanda, Apo asteng kir'; got ku ew dê asteng bike, ew dê wekî endamekî Komara Tirkiyeyê tevbigere û dê bêje civaka demokratîk ji bo Kurdan şêwaza çareseriyê ya herî îdeal e.

Diyar kir ku ew êdî Tirkiyeyê wekî dewleta xwe (ya Abdullah Ocalan) dibîne, ew (Abdullah Ocalan) dixwaze Tirkiye bibe Komara demokratîk.

Got ku di mijara avakirina Komara Demokratîk de AK Partiyê pêngavên cidî avêtine.

Diyar kir ku ew (Abdullah Ocalan) dixwaze çanda Kurdan di hundirê Komarê de bi cih bike, ev dewlemendiyek e, xwest ku ev bi rengekî din neyê şirovekirin.

Got ku Birêz Bahçelî (Birêz Devlet Bahçelî) îfadeya mafê hêviyê vala bi kar neaniye, bêyî vê ew (Abdullah Ocalan) nikare bixebite; piştî ku ev hat kirin heke di mijara Sûriyeyê de sernekeve, ew dê darizandin û rexneyan qebûl bike; di rewşa xwe ya niha de nikare li dijî Îsraîlê derkeve, dema berê li cem Esed bû, Îsraîl ew (Abdullah Ocalan) xistiye çi rewşê pir eşkere ye.

Diyar kir ku wî (Abdullah Ocalan) soz daye.

Got ku ji bo Partiya DEMê jî wekî şande (bo Îmralî) hatine, Gulistan (Kiliç Koçyîgît) jî dikare tevlî bibe.

(Li ser gotina Huseyîn Yayman ku gotibû: 'Hinek siyasetmedar û kes bi gotinên xwe pêvajoyê jehrî dikin') Got ku di PKKyê de jî hin kes vê dikin, di nav pêvajoyê de heke derfetên xebatê yên wî (Abdullah Ocalan) zêde bibin hemû dikarin werin helkirin lê wext hewce ye; got ku şert û mercên wî ji bo vê ne guncav in; heta ew sax be ev pêngav û ev sedsal dê bi serkeftî derbas bibe; mixatabên wî ji vê re dibêjin 'Sedsala Bêteror' lê ew dibêje 'Sedsala Bêtundî' bi qasî mixatabên xwe hêza wî ya tevkariyê heye.

Diyar kir ku divê bi îtîfaqê bimeşin, ew ji hatina Endamên Komîsyonê ya vir (Îmralî) pir bi hêvî bûye û qonaxeke dîrokî dest pê kiriye; hêvî dike ku mixatabên wî jî bibin navên sereke yên ku dikarin vê serkeftinê pêk bînin; got ku ew (di derbarê pêvajoyê de) geşbîn e.

Fetî Yildiz:

Diyar kir ku wekî endamên Komîsyona Yekîtiya Neteweyî, Piştgirî û Biratiyê; bi hilbijartina di nav xwe de, ew bi xwe li ser navê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Birêz Huseyîn (Yayman) li ser navê AK Partiyê û Xanim Gulistan (Koçyîgît) li ser navê Partiya DEMê ji bo girtina daxuyaniyên wî (Abdullah Ocalan) hatine.

Got ku Komîsyonê heta niha 18 civîn pêk anîne, guhdariya hemû beşên civakê ji rêxistinên civakî, baro, malbatên şehîdan heta Dayikên Şemiyê kiriye, ev guhdariyeke dewlemend bûye.

Diyar kir ku di dawiyê de bi raporeke ku dê binivîsin dê vê bigihînin esasekî û rêyên çareseriyê nîşan bidin; Komîsyon hîn bi dawî nebûye, di qonaxa raporkirinê de ne, sedema hatina wan ev e û divê ev hevdîtin wekî civîna 19emîn a Komîsyonê were nirxandin.

Got ku ew nikarin dirêj dirêj li ser rabirdûya siyasî ya Tirkiyeyê biaxivin, wekî damezirînerê rêxistinê ew jiyana wî (Abdullah Ocalan) û qonaxên siyasî yên ku tê re derbas bûye dizanin; di dawiyê de têgehên şaredariya komunal û lîberal ên ku li ser dixebite fêm kirine, axaftina li ser dîroka rêxistinê di vê kêliyê de ne hewce ye.

Diyar kir ku ew dizanin ku wî (Abdullah Ocalan) ji rêbaza çekdarî derbasî rêbaza siyasî bûye, li ser welatîbûna wekhev, pêngavên çandî û komunalîteyê kûr bûye.

Got ku wî fêm kiriye ku di banga xwe ya Sibata 2025an de gotiye divê hemû pêkhate têkoşîna çekdarî berdin û hebûna xwe ya rêxistinî belav bikin; vê yekê civakê pir rehet kiriye, gel vê geşedanê dişopîne; got ku dema ew (MHP) dibêjin çekan berdin, girîng e ku pêkhateyên li Sûriye, Iraq û Îranê jî di nav de bin.

Diyar kir ku pirsgirêkên heyî dikarin di çarçoveya demokrasiyê de werin çareserkirin, ev jî tenê bi dawîkirina terorê li Tirkiyeyeke bêteror pêkan e.

Got ku di Çiriya Pêşîn a 1999an de di salona dadgehê de ew bixwe (F. Yildiz) wekî parêzerê şehîdan cih girtiye.

Diyar kir ku di salên 1970yî de tevgera Kurd di nav çepgiriyê de bû ji ber wê nehatibû ferqkirin, niha tam berevajî çepgirî di nav tevgera Kurd de ye.

Got ku dema ew li vir ber bi çareseriyê ve diçin, endamekî rêxistinê bi eşkereyî dibêje 'çi çareserî, çi bêçekkirin'; wan notek lê zêde kiriye ku dibêje 'biryara Abdullah Ocalan tenê Tirkiyeyê eleqedar dike'; diyar kir ku gel dizane kesê li serê HSD (Ferhat Ebdî Şahîn) kesekî ye ku Abdullah Ocalan perwerde kiriye.

Got ku divê hevalên partî yan jî yên di siyaseta Tirk de ne, zimanê beriya Lozanê û Destûra Bingehîn a 1924an bi kar neyînin, ev pêvajoyê jehrî dike.

Diyar kir ku dema Sabrî Ok ji Tirkiyeyê vekişiya, hebûna çekan di destê endamên rêxistinê de di raya giştî ya Tirk de bû sedema înfialê; di vê xalê de hatiye dîtin ku (PKK) tam li gorî banga wî (Abdullah Ocalan) tevnegeriyaye.

Got ku li Sûriyeyê (HSD) pêbendbûna bi peymana entegrasyonê ya 10ê Adarê elzem e.

Diyar kir ku di mijara Sûriyeyê de divê ew (Abdullah Ocalan) daxuyaniyeke nû bide.

Got ku ev dewlet dewleta me hemûyan e, (çepgirî) pê nehesiyaye ku kedê şekil guherandiye.

Diyar kir ku ew dizanin dema di daxuyaniya xwe ya yekem de gotiye 'çekan berdin', ji hemû pêkhateyên PKKyê re gotiye (li ser vê yekê Abdullah Ocalan; gotiye ku li Îranê her roj darvekirin çêdibin, ew [Abdullah Ocalan] ê ji Îranê bixwaze ku 'mafên demokratîk bide Azerî û Kurdan û darvekirinan bi dawî bike', ji bo vê divê ew însiyatîvê bi kar bînin; helbet ev nayê wateya şer lê heta bidarvekirin berdewam bikin [PJAK] dê çekan bernede, niha divê bikevin pêvajoyeke diyalog û agirbestê bi Îranê re, xebateke entegrasyonê dikare li ser Îranê were ferzkirin).

Got ku çavdêrî hene ku PKK hêzên xwe yên ji Iraqê vekişandî dişîne Sûriyeyê, ev rewş bi daxuyaniya berê re nakokiyê çêdike.

Huseyîn Yayman:

Diyar kir ku ew li ser navê Komîsyonê li vir in, milet dê pirsên xwe ji wî bipirse, guhê hemû Tirkiyeyê li vir e, hewaya li vir dê bandorê li hemû herêmê bike, ev ji bo Tirkiye û herêmê dîrokî ye.

Got ku wekî Tifaqa Cumhurê, Birêz Serokkomar û Birêz Devlet Bahçelî ji bo çareserkirina vê meseleyê rîskeke pir mezin girtiye; ji ber wê milet li benda pêngavên zûtir e ji bo çareseriya meselê.

Wekî encam got ku divê ew li ser navê Komîsyonê û Tirkiyeyê bi ser bikevin, naxwe atmosfer û hewaya li kolanan dikare veguhere rewşeke pir cuda.

Diyar kir ku milet banga wî (Abdullah Ocalan) ya 27ê Sibatê girîng dibîne lê di mijara pêngavên pratîk de daxwaz heye ku bêhtir were kirin, ew bi hestiyariya hemû malbatên şehîdan hatine.

Got ku wî di heyeta mirovên aqilmend de cih girtiye, bi bertekên pir cidî re rû bi rû maye; divê ew bi ser bikevin, di xala pêngavên pratîkî de encama ku ji vir derkeve dê bibe sedema berdewamiya pêvajoyê yan jî encameke din.

Diyar kir ku di vê dîrokîbûnê de hem Komîsyona Parlamentoyê û hem jî ev hevdîtin wateyeke pir dîrokî qezenc dike; her kesê hevdîtinên Dewlet-Rêxistinê dişopîne dizane ku di salên 1993-1995-1999-2009-2014an de ev fersenda guhertina dîrokê hatiye; diyar kir ku daxuyaniya 27ê Sibatê û girêdayî vê divê pêngavên pratîkî lez bibin, hêvî ji Komîsyonê pir zêde ye û divê neyên xeletiyên berê; got ku destekî nediyar û mekanîzmayeke darbeyê heye, riya derketina ji vir ev e ku li Sûriye û Tirkiyeyê li her derê rêxistin li gorî banga Abdullah Ocalan tevbigere.

Got ku hafizeya dîrokî, ew ê biratiya 1000 salî ya Tirk û Kurdan bi hev re dabîn bikin yan jî dê şerekî/xerabûneke/krîzeke pir mezintir ji ya îro were jiyan kirin (li ser vê yekê Fetî Yildiz gotiye: 'Îdîayên ku tu carî ji bo Tirkiyeyê pêknên dê bibin sabotekirina pêvajoyê, divê bal were kişandin ser vê').

Diyar kir ku gefa darbeyê heye, divê ev were zelalkirin.

Got ku mesela bingehîn wekî şandeyeke ku hemû hafizeyê û rastiya dîrokî dizane, heke Tirkiyeyeke Bêteror pêk were, Tirkiye li benda pêngavên pratîk e (li ser vê yekê Abdullah Ocalan gotiye 'ew li pey pêngavên pozîtîv e').

Diyar kir ku her kesê tê Komîsyonê dibêje divê pêngavên pratîk werin avêtin û divê pir bi lez were tevgerîn.

Got ku berxwedanek heye, ji ber ku barkirina navenda rêxistinê ji Qendîlê bo qada Sûriyeyê pirsgirêkê çareser nake; got ku divê ew (Abdullah Ocalan) wekî lîderê rêxistinê telîmateke teqez bide, hemû raya giştî û Tirkiye li benda vê ye, dema wî ev pêk anî dê atmosfereke din bi pêş bikeve.

Diyar kir ku her beşa di Komîsyonê de hatî guhdarîkirin diyar kiriye ku heke tundî bi dawî bibe Tirkiye dê pir pêş ve biçe; ji ber wê pêngaveke şênber hewce ye, dê di hişê wan de be ku mekanîzmaya darbeyê dikare bikeve dewrê.

Got ku rakirina hemû nakokiyên dîrokî û dîtina rêyeke nû wezîfeya Komîsyonê ye.

Diyar kir ku ew bixwe ji koka Tirkmen û ‘ulkucu’ ye û ji bo biratiyê însiyatîv girtiye.

Got ku avakirina Komîsyonê dîrokî ye, bi piraniya bikêrhatî hatine vir; 'milet ji wan dipirse encam çi ye, gelo li Sûriyeyê dê çek werin berdan? Gelo dayikên li Diyarbekirê zarokên xwe dixwazin dê bigihîjin zarokên xwe? Gelo çek dê ne tenê di dest de lê di zihnê de jî werin berdan', ev pirs li benda bersivê ne.

Diyar kir ku dema ji vir derkevin dê rojnameger bipirsin, ew dê daxuyaniyekê bidin; got ku mesela bingehîn a li vir, mesela 'zivirandina pedalê' ye ku Serokê Teşkilatê aniye ziman; raya giştî jî dizane ku pirsgirêk di rojekê de çareser nabin, diyarkirina nexşeya rê, dayîna peyamên pozîtîv, bilindkirina hêviyên civakî pir girîng e; li Tirkiyeyê psîkolojiyeke siyasî ya wiha heye, ew mecbûr in bi hev re bi ser bikevin.

Got ku divê ev pêngava dîrokî bi encameke dîrokî bi pêş ve bibe, nexwe nikare pêş ve biçe.

Diyar kir ku ew 'geşbînekî bi îhtiyat' e, tiştên di borî de qewimîne ti carî ji bîr nake û divê ji bo pêkanîna Tirkiyeyeke Bêteror bixebite.

Gulistan Kiliç Koçyîgît:

Diyar kir ku ew (Abdullah Ocalan) pir baş û saxlem xuya dike, tenduristiya wî jî pir baş xuya dike; wan guhdariya gelek beşan kiriye, li ser navê komîsyonê li vir in, dixwazin guhdariya wî bikin, dixwazin ramanên wî (Abdullah Ocalan) bi raya giştî re parve bikin.

Pirs kir ku entegrasyona Kurdan a di hundirê Komarê de bi dabînkirina rêxistinbûna xwe, dê karakterê Komarê çawa be, dê bibe komareke çawa, ew vê meraq dike.

Diyar kir ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê, ji bo xurtkirina destê wî (Abdullah Ocalan) û ji bo pêkanîna hemû gotinên wî di pratîkê de, ew dixwazin ramanê wî bizanibin ku çi dikeve ser milê komîsyonê.

Diyar kirine ku sibe 25ê Çiriya Paşîn Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ye, silavên jinan gihandine wî."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst