Erdogan: Obama bo Kurdan ji min alîkarî xwest

23-02-2021
RÛDAW
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Barrack Obama Kurd Kobanî Alîkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Erdogan di derbarê axavtina bi Erdogan re got “rêzdar Obama şevekê li ser rewşa Kobanî telefona min kir  û got Kurdên li Kobanî di rewşeke zehmet de ne û alîkariya wan bikin”

Pêwendiyeke ku, di navbera serokê Amerîka yê berê Barack Obama û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan de heta niha weke sirrekê veşartî bû eşkere bû.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, ew pêwendiya bi telefonê ku di dema şerê Kobanî de çêbûbû, eşkere kir.

Erdogan wiha got “rêzdar Obama şevekê li ser rewşa Kobanî telefona min kir û got Kurdên li Kobanî di rewşeke zehmet de ne û alîkariya wan bikin”

Erdogan li ser telefonê ji Obama re gotiye: Ewê çawa alîkariya Kobanî bikin?

Barak Obama bersiva Erdogan daye û gotiye, deriyên xwe li hemberî wan vekin, xelkê Kobanî di rewşeke pir xerab de ne û niha rûbirûyê mirinê ne.

Obama ji Erdogan re wiha gotiye “Eger pêwîst bike em ê ji ezmanan alîkariyên leşkerî ji bo wan bişînin.

Piştre Erdogan ji Barack Obama re gotiye ku ew beşdarî wê operasyonê nabin û piştî wê operasyonê şerekî cidî heye

Erdogna herwiha got “Di wê bûyerê de bi deh hezaran birayên me mirin û me deriyên xwe ji wan re vekir.” 

Di dema şêrê Kobaniyê de hêza pêşmerge di 28ê Cotmeha 2014an de bi fermana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û bi erêkirina Parlamentoya Kurdistanî ji bo piştgiriya hêzên kurdî di şerê li dijî DAIŞê, çûbû Kobanî. 

Piştî derbasbûna Pêşmerge, şervanên YPGê bi moraleke bilindtir li dijî DAIŞê şer kirin û herî dawî di 26ê Çileya 2015an de, DAIŞ li Kobanî bi temamî rastî şikestinê hat û ew herêma Rojavayê Kurdistanê bi temamî rizgar bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst